Xebatkarên TV10 cara 36’emîn li Qada Galatasarayê bûn

Xebatkarên TV 10 ê ku cara 36’emîn di çalakiyê de bûn, îro li Qada Galatasarayê daxwaza vekirina weşana TV 10 kirin.

Xebatkarên TV 10 ên ku bi BHQ’ê hate girtin, bi daxwaza vekirina televîzyona wan cara 36’emîn li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiya Mirovên Şemiyê, Saziyên Elewî, HDP û gelek sazî piştgirî kir de, panakarata “Dengê Elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin’ ekirin û dowîzên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û “Dengê Heqîqetê TV 10 nayê bêdengkirin” bilind kirin.

Serokê Desteya Giştî yê TV 10'ê Veli Buyukşahin, bal kişand ser komkujiya 51 sal berê ku li navçeya Ortanca ya Mûglayê pêk hatiye û wiha got: "Salvegera Qetlîama Elewiyên Ortanca ye. Ev Qetlîam zêde nayê zanîn. Heta niha dewletê di derbarê vê komkujiyê de ti daxuyanî nedaye. Ev jî yek ji qetlîamên Elewiyan ku di tariyê de maye ye. Lê em ti komkujiyan ji bîr nakin û ji bo ronîkirina wan em  e têbikoşin.

'EM Ê HESABÊ QETLÎAMÊ BIPIRSIN'

Serokê Desteya Rêveberiya TV 10 Velî Buyukşehîn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku kesên ku di qetlîaman de jiyana xwe ji dest dane ji bîr nakin, wê hesabê qetlîaman bipirsin û got: “Bingehê qetlîama li Ortancayê hate amadekirin, di roja me ya îro de jî heman tişt tê kirin.

Çalakî bi helbestên Hunermend Pinar Aydinlar û Mehemt Ekîncî ve bi dawî bû.