Xebatkarên TV 10 dîsa li Galatasarayê bûn
Xebatkarên TV 10 a ku hatiye girtin, dîsa bi dirûşmeya "Dengê Elewiyan nayê bêdengkirin" li Qada Galatasarayê li hev kom bûn.
Xebatkarên TV 10 a ku hatiye girtin, dîsa bi dirûşmeya "Dengê Elewiyan nayê bêdengkirin" li Qada Galatasarayê li hev kom bûn.
Xebatkarên TV 10 a bi biryarnameya BHQ'ê hatiye girtin, di hefteya 10'emîn de bi çalakiya dirûşma "Dengê Elewiyan nayê bêdengkirin" dane destpê kirin, li ber Amadeyiya Galatasarayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta "Dengê Elewiyan, TV 10 nayê bêdengkirin" hat vekirin, dirûşmeyên "Dengê çapemeniya azad nayê bêdengkirin", "Dengê Elewiyan nayê bêdengkirin" û "Bijî biratiya gelan" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de endamê Platforma Karadenîz Îsyane Eren Dagistan, axivî. Dagistan, diyar kir ku yên ku ji bo girtina newalan hewl danê didin kanalan digirin û wiha got: "TV 10 dengê newal, zaozan, çiya, mal û me ye. Dengê me nayê bêdengkirin."
Serokê TUM-TOKDER Hasan Bayrak, jî destnîşan kir ku TV 10 deng û bêhna wan e û ew ê destûr nedin ku dengê wan bê bêdengkirin.
Çalakî bi stranên Koma Karadenîzê ve bi dawî bû.