Xebatkarên tendirûstiyê: Bi teqez em ê qezeç bikin
Di daxuyaniya têkildarî derxistina ji kar ya li Amedê, xebatkarên tendirûstiyê diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê biryarên KHK’ê weke mertal bikar tîne û di bêmafiyê de sînoran nasnakin.
Di daxuyaniya têkildarî derxistina ji kar ya li Amedê, xebatkarên tendirûstiyê diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê biryarên KHK’ê weke mertal bikar tîne û di bêmafiyê de sînoran nasnakin.
Xebatkarên tendirûstiyê li pêşiya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, di pêşengitya Platforma Kedkaran de têkildarî derxistina ji kar daxuyaniyek a çapemeniy li dar xistin. Odaya Tabîban, Egtîm Sen û hevparên KESK’ê beşdarî daxuyaniy êbûn. Girseyê tim dirûşmên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin” û “ Roj wê were ku AKP hesab dibe gel” qîr kirin. Dema ku xebatkarên tendirûstiyê xwestin ku daxuyaniyê li derve bidin polîsan rê neda ku derkevin derve. Polîsan di nava nexweşxaneyê de bi gaza bîber û guleyên pilastîk êrîşî xebatkaran kir. Xebatkarên tendirûstiyê li deriyê piştê yê nexweşxaneyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê xebatkarên tendirûstiyê Hevserokê Giştî yê SES’ê Gonul Erden daxuyanî da, diyar kir ku wê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin.
‘ME BÎAT NEKIR Û NEKTIN SER ÇOKAN’
Erden destnîşan kir ku li dijî girtina hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê ne ,polîtîkayên êrîş û girtinê ya dewletê şermezar kir. Erdem bi bîr xist ku hikûmeta AKP’ê ti kesê ji derveyî xwe dengê wan qebûl nake. Erdem wiha got: “Li dijî hemû Kurdan, her kesên demokrat şerekî topyekûn daye destpêkirin. Darbebeya 15’ê Tîrmehê dike hincet û bi biryarên KHK’ê ji box we dike mertal û sînaran nas nake. Çawa ku êrîşî her kesê dikin êrîşî KESK’an jî dike. Jiber ku dizane em ti carê li pişt hewldanên vê desthilatdariyê nagirin. Me bîat nekiriye û neketin ser çokan. Ji bo aştî û demokrasî bê welat me têkoşîn kir û em ê bikin.”
Erden diyar kir ku xebatkarên tendirûstiyê yên ku beriya 5 mehan derxistibûn niha jî bi biryarên KHK’ê dîsa derdixin û wiha anî ziman: “Me xebatkarên tendirûstiyê qîr kir û em ê di berxwedana xwe de bi israr bin. Di vê rêyê de me Şehmûz Azîz û 3 hevalên xwe winda kir. Em soz didin hemû hevalên xwe , natirsin, dev jê doze bernadin, em ê li ber xwe bidin û qezenç bikin.”