Xebatkarên PE ji bo mafê peymanî, têkoşîna huquqî dimeşînin
Xebatkarên PE ji bo mafê peymanî, têkoşîna huquqî dimeşînin
Xebatkarên PE ji bo mafê peymanî, têkoşîna huquqî dimeşînin
Li Parlamenta Ewropayê (PE) 50 xebatkarên ji bo demekê tên karkirin, ji bo bibin xebatkarên xwedî peyman têkoşîna huqûqî dimeşînin. Li PE, rayedarên payebilind salê 100 û 200 hezar Euro heqdestê distînin, lê zêdeyî 150 xebatkar jî bi tenê mehê 4 rojan bi wan kar tên kirin û mexdûr dibin.
Li avahiya Parlamenta Ewropayê ya li Strasbourgê, ji 150-150 karkerên demborî dixebitin 50 ji wan îro serî li Dadgeha Kar (Prud'homme) dan. Li ser navê xebatkarên demborî Claûdîe Weber daxuyanî da ku ew bi xwe jî yek ji wan xebatakaran e û anî ziman ku bi serlêdana Dadgeha Kar re wan xwestine bibin xebatkarên xwedî peymana bêdem a li Parlamenta Ewropayê.
PÊŞDÎTINA WAN A JI BO PÊŞEROJÊ TINEYE
Weber da xuyakirin ku Parlamenta Ewropayê 150 karkeran di rûniştinên li Strasbourgê de ji bo ximzetê bidin, didin xebitandin lê belê ji ber ku bi tenê mehê 4 rojan bi wan kar tê kirin, ew mexdûr dibin. Berdevka xebatkaran diyar kir ku eger Parlamenta Ewropayê wan bi tenê hefteyekê bide kar kirin jî, ewê gelek pirsgirêk û kêmasiyên wan hal bibin.
150-170 karkerên li rûniştinên Parlamenta Ewropayê tên xebitandin, beriya niha yekser bi Parlamenta Ewropayê ve girêdayî dihatin karkirin, lê belê ji Çileya sala 2007'an û vir ve radestî kargehên navbenkar hatin kirin. Nûner Claûdîe Weber ragihand ku ew berê weke xebatkarên alîkar dihatin xebitandin û gilî kir, ku her çend rûniştinên Parlamenta Ewropayê hertim hene û wezîfeyên wan jî ji berê ve tê plankirin jî, ew nikarin pêşeroja xwe bibînin.
DADGEHA BILIND MAFDA DÎT, PARLAMENTA EWROPAYÊ NE HESIBAND
Doza karkerên mijara gotinê beriya niha çûbû ber destê dadgeriya Fransayê û mafdar hatibûn dîtin. Dadgeha Bilinld di biryara xwe ya Îlona sala 2011'an de diyar kiribû ku karê karkerên demborî "aktîvîteya normale" û biryar dabû ku girtina kar a van karkeran di çarçoveya sedema zêdehiya kar bê nirxandin.
Parêzer Ralph Blindauer der heqê mijarê de agahî da û diyar kir ku Parlamanta Ewropayê biryara Dadgeha Bilind li ber çavan negirtiye û di statuya karkeran de ti guhertin çê nekiriye.
Xebatkarên bi kargehên navbenkar ve hatine girêdan, lêgerîna wan a ji bo mafê xwe ji parlamenterên Parlamenta Ewropayê jî piştgirî dîtin. Parlamenterên piştgirî dan diyar kirin ku ev yek "rewşeke şermê" ye û ew nikarin qebûl bikin ku xebatkarên Parlamenta Ewropayê di şertên ewçend xerab de bixebitin.
"HIN XEBATKAR HENE BI DEHHEZARAN EURO DISTÎNIN"
Xebatkarên Parlamenta Ewropayê li gorî payeyên xwe yên ji 1 heta 16'an heqdestê distînin. Di payeye herî nizim de karmend 2 hezar û 600 heta 3 hezar Euro pere distînin. Ji bo karmendên paye bilin (rêveberên payebilind) heta 18 hezar Euro mehê heqdest tê dayîn. Zêdehiya vê rêjeya heqdetên payebilind, di gotûbêjên butçeyê de hatibû nixandin û bi taybetî jî hukûmeta Îngilîstanê destnîşan kiribû ku nayê qebûlkirin xebatkarekî payebilind ê Parlamenta Ewropayê salê heta 100 hezar Euro heqdest bistîne. Ev mijar yek ji sedemên daxistina butçeya navbera salên 2014 û 2020'an hatibû nîşandan.