Xebatkarê Navenda Çapemeniya YPG’ê Bagok jiyana xwe ji dest da
Xebatkarê Navenda Çapemeniya YPG’ê Bagok jiyana xwe ji dest da
Xebatkarê Navenda Çapemeniya YPG’ê Bagok jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku xebatkarê Navenda Çapemeniya YPG’ê Mazlûm Bagok di şer û pevçûnên li herêma Rebîa de jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Çapemeniya YPG’ê ve hat weşandin de hat gotin: “Heval Mazlûm Bagok 28’ê Îlonê li navçeya Rebîa ya girêdayî Mûsilê jiyana xwe ji dest da.”
Bagok (Ehmed Sado) ku li ser Qamişlo qeyd kiriye, 2014’ê tevlî bûye.
Navenda Çapemeniya YPG’ê got: “Rêheval Mazlûm ê ji bo şopandina berxwedana rêhevalên me ên li hemberî êrîşên çeteyan ên li dijî herêmên sêgoşeya Dugura, Cezaa û Rebîa ku li Rebîa bû, şehadeta wî em xemgîn kirin.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêheval Mazlûm ku li herêma Cizîrê li gelek qadên şer de maye, bi dîmen û wêneyên kişandiye berxwedana hêzên me bêmiring kiriye, bi rêbaza xebata xwe ya bi disîplîn, tevlîbûna bi coş, morala bilind û îradeya xwe ji bo me hemûyan sekneke mînak nîşan da. Em jî weke endamên Navenda Çapemeniyê em ê vê têkoşîn û sekna bi mînak bidîn jiyîn û bibîn layîqê rêheval Mazlûm û hemû şehîdên xwe.”