Xebatkara têkoşîna azadiyê Muzeyyen Palabiyik jiyana xwe ji dest da

Muzeyyen Palabiyik a ku bi navê Sosyalîst Şîlan dihat nasîn a ku salên dirêj di nava refên têkoşîna azadiya Kurdistanê de têkoşîn kir, li nexweşxaneya bajarê Lunen a Almanya ya ku lê dihat derman kirin jiyana xwe ji dest da.

Palabiyik a ku salên dirêj di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de û li Tirkiye û gelek bajarên Ewropa ji bo Rêxistina Jinên Kurd xebat dayî meşandin, demek bû ji ber sedema nexweşiya wê dihat dermankirin.

Palabiyik a ku rewşa wê di dema emelyatê de giran bû, di beşa lezgîn de bû. Lê mixabin jiyana xwe ji dest da.

Palabiyik a ku piştî demekê di girtîgehê de mayî neçar ma ku biçe Ewropa, di serî de li Yûnanîstan, Elmanya û li gelek welatên din ên Ewropa li gelek qadên cuda xebat ji bo têkoşîna azad kiriye.

Palabiyik di pêvajoyên dawî de di nava Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) de xebat dikir.

Rêxistina Jinên Kurd (TJK-E) a ku wê di derbarê wefata Palabiyik de agahiyên berfireh piştre parve bike, ji malbatê re sersaxî xwest û got: “Her tim di rêzên pêş ên têkoşînê de cih girt. Wek navê xwe, di her qada jiyana xwe de di rêzên pêş ên têkoşînê de cih girt.”

Sarsaxiya ji bo Palabiyik wê li bajarê Dortmund ê Elmanya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bê vekirin.