Namzendên Kurd Gulten Keloglû û Yilmaz Kaba, ku ji Partiya Çepgir a Almanyayê ji bo hilbijartinên ku dê 20’ê çileyê li eyaleta Saksonyaya Jêrîn a Almanyayê pêk bê, bûne namzed, lez dan xebatên xwe. Keloglû û Kaba duh li Gottingenê bi ciwanan re li hev civiyan û dê îro jî li bajarên Osnabruck û Oldenburgê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomînin.
Roja 20’ê çileyê li Eyaleta Saksyona Jêrîn (Niedersachsen) ku hejmareke zêde ya Kurdan lê dijî, hilbijartin pêk tê. Ev hilbijartina vê eyaletê ji bo hilbijartinên federal ên ku dê dawiya salê pêk bên girîng e. Vê carê jî 2 Kurd ji partiya Çepgir bûne namzed.
Namzedên Kurd Gulten Kelloglû û Yilmaz Kaba ku demek dirêj endamtiya Yekitiya Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) kirin, li seranserê eyaletê bi hilbijêrên Kurd re tên ba hev û destekê ji awan dixwazin. Kelloglû û Kaba duh bi jin û ciwanên Kurd re civiyan.
Civîn bi beşdariya Nunerê YEK-KOM’ê Abdullah Efe û Parlementerê Partiya Çepgir Patrik Hunko pêk hat û banga “Divê Kurd, Elewî, Êzidî, Asurî, Suryanî, Ermenî û hemû komên penaber ên li eyaleta Saksyona Jêrîn piştgiriyê bidin her du namzedên Kurd”.
Ji namzedan Gulten Kelloglu mafê axaftin girt û got: “Armanca me ew e ku em ji bo penaberên ku herî zêde para xwe ji pirsgirêkên bêedaletiya civakê werdigirin, bibin bersiv. Ger em hêz, vîn û rêxistbûna xwe di sindoqên hilbijaritnê de nîşan bidin, em nîşan bidin ku em ne biçûk in û dê potansiyela dengên me aşkere bibe.”
Piştre Kaba mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew ê ji bo kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” têbikoşe û got: “Em ê hewl bidin ku hemû daxwazên Kurdan bên qebûlkirin.”
'HEYRANÊ RÊXISTINBÛNA KURDAN IM’
Parlenmenterên Partiya Çepgir a Alman Patrik Hunko jî bal kişand ser rêxistin bûna Kurdna û destnîşan kir ku ew heyranê rêxistibûna Kurdan e û bal kişand ser xebatên Kurdan ên ji bo hilbijartina siyasetmedara Kurd Cansu Ozdemîr ya ku li Eyaleta Hamburgê hate hilbijartin. Hunko got: “Ez bawer dikim ku dê Kurd di vê hilbijartinê de rêngê xwe nîşan bidin.”
Namzedên Kurd Kelloglû û Kaba jî dê îro li bajarên Osnarbruck û Oldenburgê tevlî civînan gel bibin. Parlementerên berê yên eyaleta NRW Hamîde Akbayir û Alî Atalan û Serokê Giştî yê YEK-KOM’ê Yuksel Koç jî dê beşdarî civînê bibin û ji Kurdan bixwazin ku piştgiriyê bidin namzedên Kurd.