Xebatên hilbijartinê yên namzetên HDP’ê didomin

HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro çû serdana gelek bajar û navçeyan.

Li Wanê ya ku HDP hewl dide her 8 parlementerên xwe bide hilbijartin, xebatên ji bo hilbijartinê didome. HDP îro çû serdana navçeyên Westan, Erdîş, Elbak û Miksê.

Li Westanê jinên endamên HDP’ê çû serdana gundên Îrç, Tîsok, Vîrkanîsê. Jinan derî bi derî xebatên xwe domandin û bi muzîka wesayîta anonsê jî gel govend gerand.

Li Elbakê ya ku HDP di her hilbijartinê de herî zêde dengan distîne jî xebatên hilbijartinê bênavber didome. Şêniyên navçeyê ji heyeta HDP’ê re gotin ‘Ne hewce ye hûn ji bo dengan werin vê derê’. Şêniyan tevî heyeta HDP’ê govend gerandin.

Li Erdîşê jî HDP’ê li taxên Zagzag, Kenzek, Dîlan, Dêr û Cêrgeyê xebatên hilbijartinê domandin û jinan eleqeyek germ nîşanî heyeta HDP’ê dan.

Namzeta HDP’ê Asûman Yelmazer jî ji bo xebatên hilbijartinê çûn Miksê. Gel li vê derê eleqeyeke germ nîşanî heyeta HDP’ê da.

COLEMÊRG

Li Gevera Colemêrgê jî xebatên hilbijartinê bênavber didome. Heyeta HDP’ê çûn serdana gundên Sekran. Gundiyan bi eleqeyeke germ gundî pêşwazî kirin. Gundiyan ji heyeta HDP’ê re gotin, “Jixwe em hemû dengê xwe didin HDP’ê. Ne hewce ye hûn belasebeb werin vê derê.”

MELETÎ

Namzetên HDP’ê yên Meletiyê jî  îro çûn serdana taxên Yeşîltepe û Boztepeyê. Heyeta HDP’ê li vê derê belavok belav kir. Namzetê HDP’ê Yûsûf Bozkûş diyar kir ku ew li bendê ne kedkar dengê xwe bidin wan û got,”Em dixwazin xwe bigihînin her kesî û xebatên partiya xwe re ji wan re rave bikin.”

EDENE

Li Edeneyê jî HDP hewl dide 3 parlementeran bide hilbijartin. Namzetên HDP’ê çûn serdana esnafên Barajyolû ya Çûkûrovayê. Ciwanan jî li Qada Ciwanan stand vekirin.

Namzeta parlementeriyê ya HDP’ê Tulay Hatîmogûllari çû serdana gundê Karataşê û ji gundiyan xwest ku bila di 24’ê Hezîranê de bersiveke xurt bidin Erdogan.

MÊRSÎN

Namzetên HDP’ê li navçeyên Tarsûs, Akdenîz, Yenîşehîr, Toroslar, Mezîtlî û Erdemlî çû serdana mal û esnafan. Di serdanan de hate diyarkirin ku HDP tekane hêza çareseriyê ye.

ŞIRNEX

Li Hezexa Şirnexê jî xebatên hilbijartinê didome. Heyeta HDP’ê ya hilbijartinê îro jî çûn serdana gundên Baspîrîn, Midhî û gundê Suryanan Sarê. Gundiyan eleqeyeke germ nîşanî heyeta HDP’ê dan. Li gundê Suryanan Sarê jî, Suryanan diyar kirin ku ew ê dengê xwe bidin HDP’ê.