Xebatên hilbijartinê yên namzetên HDP’ê didome
Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê li Wêranşarê, Colemêrg, Qers, Erzirom û Mûşê bi serdana gund û navçeyan didome.
Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê li Wêranşarê, Colemêrg, Qers, Erzirom û Mûşê bi serdana gund û navçeyan didome.
Namzetên parlementeriyê yên HDP’ê yên Rihayê li Wêranşarê bi gel re civiyan. Heyeta HDP’ê di têketina Wêranşarê li Tesîsên Muxtar tevî bi sedan wesayîtan hatin pêşwazîkirin û bi qasî 5 kîlometreyan bi konvoyê hatin pêşiya buroya hilbijartinê ya li ser Rêya Karacadagê. Vekirina buroyê ya vê derê veguherî mîtîngê.
Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn ê ku qeyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin û hê çend roj berê ji girtîgehê derketibû li pêşiya buroya hilbijartinê axivî û diyar kir ku gelê Wêranşarê serî li hemberî zextan xwar nekiriye.
Namzetê parlementeriyê yê Rihayê yê HDP’ê Omer Ocalan jî axivî û got, “Va ye hûn li vê derê ne. Lê ew ê biçin. We kesên ku pişta xwe nedane gel, avêtin ser sergo. Niha jî dora AKP’ê ye ku biçe ser sergo.”
Piştre namzeta din parlementeriyê Ayşe Surucu axivî û got, “Hûn xwedî li nirxên xwe derketin. We got berxwedan. Em jî sozê didin we ku, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
LI ÇELÊ BUROYA HILBIJARTINÊ HATE VEKIRIN
HDP’ê li Çelêya Colemêrgê jî buroya hilbijartinê vekir. Rêveberên HDP’ê û namzetên parlementeriyê yên HDP’ê, nûnerên saziyên civakî û gel tevlî vekirina buroyê bûn.
Heyeta HDP’ê nîvro ji Gever û Colemêrgê bi rê ketin û di têketina Çelê de ji aliyê gelek kesan hatin pêşwazîkirin. Girse piştre ji vê derê, heta avahiya HDP’ê meşiyan.
Piştî meşê namzetê parlementeriyê yê HDP’ê Ozgur Zeydanoglû axivî û got, “Di 24’ê Hezîranê de li hemberî me tifaqa şer hate avakirin. Ev tifaqa wan, tifaqa fesadiyê ye. Hêviya me ev e ku, em ê tevî we ji vê tifaqa şer rizgar bibin.”
Piştî ku dayîkan qurdeleya vekirina buroya hilbijartinê jêkirin, buroya hilbijartinê hate vekirin. Heyeta HDP’ê piştî ku li Çelê bi gel re sohbet kirin, vegeriyan Colemêrgê.
LI QERSÊ NAMZET BI GEL RE CIVIYAN
Li Qersê namzetên parlamenteriyê Arzû Moco, Bişar Abdî Alinak û rêveberên HDP’ê yê bajar li gundên Yalinkaya, Derecîk, Tekmelî, Barlûk, Vezîn yên bajar bi gel re civiyan. Gundiyan bi coşeke mezin namzetên parlamenteriyê pêşwazî kirin. HDP’yiyan wêneyên namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û belavokên destan li gundiyan belav kir. Jin û zarokên wêneyên Demîrtaş girtin û dirûşmeyên ‘Serok Selo’, ‘Em biçin Meclîsê’ berz kirin. Namzeta parlamenteriyê ya Qersê Arzû Moco axivî û diyar kir ku jin wê bi rûhê seferberiyê vê hilbijartinê qezenc bikin. Moco wiha domand; “Bi awayekî bê heq Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de ye. Dema ku me dengê xwe da divê em vê bêmafiyê bînin pêş çavên xwe. Em jin ji ber polîtîkayên desthilatdariyê di malê de hatin hepskirin. Jin wê ji vê rewşê re bibêje raweste. Ev hilbijartin wê bibe serketina jinan.”
LI ERZIROM Û MÛŞÊ SERDANA DIKANDARAN HATE KIRIN
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinan li Erziromê jî bê navber didome. Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê bi partiyan re serdana dikandarên Erizromê kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da. Namzetan bi dikandaran re gotûbêj kirin û gotin ‘Di vê hilbijartinan de divê herî kêm parlamenterek ji Erziromê biçe Meclîsê’. Namzetan qala girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê ya ji bo gel kir.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Mûşê jî bê navber xebatên xwe didomînin. Namzetên parlameneteriyê yên Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgit, Mensûr Işik, Şevîn Çoşkûn , Adnan Topçû û heyeta pê re serdana dikandarên navçeya Korkût kirin. Namzetan belavok li gel û dikandaran belav kirin û qala girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê kirin.