Xebatên hilbijartinê li Hagenê dewam dikin
Li bajarê Hagenê, xebatên hilbijartinê yên ji bo destekkirina HDP'ê, bê navber dewam dikin.
Li bajarê Hagenê, xebatên hilbijartinê yên ji bo destekkirina HDP'ê, bê navber dewam dikin.
Li bajarê Elmanya Hagenê, xebatên hilbijartinê yên ji bo destekkirina HDP'ê, bê navber dewam dikin.
Komîsyona ji 9 kesî ya beriya du hefteyan hat avakirin, xebatên xwe yên hefteya dawî nirxand. Endamê Komîsyonê Caydîn Şengul diyar kir ku wan heta niha xwe gihandine 1000 kesî û armanca wan heta 27'ê Adarê xwe gihandina 2.500 heta 3.000 kesî ye.
Şengul ragihand ku ew li Hagen û derdora wê bi Yekîtiya Hêza Demokratîk re tevdigerin û anî ziman ku ew girîngiyê didin daxuyaniya AABF a roja Yekşemê. Şengul destnîşan kir ku tevlîbûna civata Elewî wê tevkariyeke mezin bike.
Komîsyona hilbijartinê ya Hagenê, bi rêya buroya têkiliyê ya li Navenda Civaka demokratîk re xizmetê dide. Têkiliya bi buroyê de dikare bi rêya van navnîşan û nûmareya telefonê were danîn:
[email protected], rûpela facebookê ya HDP Hagen û nûmaraya telefonê ya 0157 353 56 322.