Xebatên ekîbên lêgerîn-rizgarkirinê yên Şaredariya Dêrsimê dewam dikin
Cumeysa Kavûs a 3 salî, ku ji ber wesayîta tê de bû li ber Çemê Pilemoriyê ketibû winda bû, tevî hemû xebatên lêgerînê, nehatiye dîtin.

Li kîlometreya 45. a rêya bejahî ya Dêrsim-Erzîganê, wesayîteke ku nekarî ji filonekê derbas bibe wergeriya Çemê Pilemoriyê. Di bûyera duh bi şev qewimî de 5 kesên di wesayîtê de Yûnûs Kavûs, Mehmet Saît Sevgî, Remziye Sevgî, Melek Kavûs û Mûstafa Kavûs hatin rizgarkirin, lê belê Cumeysa Kavûs li Çemê Pilemoriyê de winda bû.
Tevî hemû hewldanên rizgarkirinê jî Cumeysa Kavûs heta niha nehatiye dîtin.
Xebatên ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên Şaredariya Dêrsimê li her du aliyên çem dewam dikin.