Xebata pîroz a KNK'ê

Hemû mijarên ku di xebatên yekîtiya neteweyî de werin rojevê, girîng in. Di vê çerçoveyê de em ji bo xebatên KNK’ê serketinê dixwazin. Destekdayina vê xebatê berpirsiyariyeke dîrokî ye.  

Xebatên yekîtiya neteweyî yên KNK’ê didomin. Bi van xebatan, KNK hewl dide kongreya neteweyî ya ku ev 45 sal in bûye xewna gelê Kurd bicivîne. Ji ber ku di vê demê de ku hevsengî  û dengeyên sedsala 20. yên ji bo komkujiya Kurdan bingeh û derfet amade dikir, xera dibin û di heman demê di pêvajoya Şerê Cîhanê yê 3. de ku tê xwestin hevsengî û dengeyên nû werin avakirin, Kurd dizanin ku bi yekîtiyê dikarin serketinên mezin bi dest bixin. Di vê pêvajoyê de sûdwernegirtina ji hêza yekîtiyê wê bibe xefleteke dîrokî. Wê bibe sedem ku derfeta mezin a dîrokî ya hatiye ber lingê Kurdan ji dest here. Ya rast, tevahiya civaka Kurd û siyasetvan jî bi vê rastiyê dizanin. Lê belê ji ber ku PDK naxwaze li dij Tirkiyeyê tevbigere û nebûna têgihiştina ji siyaseta demokratîk, dibe sedem ku li pêşiya gavên ji bo yekîtiya neteweyî û kongreyê bibe asteng. Ji ber ku dixwaze di siyaseta Kurd de bibe hêzeke serdest û rojeva Kurd bi tena serê xwe diyar bike. 

Ji ber ku KNK ji bo berjewendiyên neteweyî yekîtiyê mîna pêngaveke lezgîn û neçar dibîne, berpirsiyariya destpêkirina vê hewldanê girtiye ser xwe. KNK jî dizane ku ti hêza siyasî li dij xebatên yekîtiya neteweyî dernakeve. Hesreta civaka Kurd kongreya neteweyî ye. KNK´ê ji vê rewşê sûd wergirtiye û gav avêtiye. Her kes û derdorên hevdîtin pê re hatine kirin, erênî nêz bûye. Tenê PDK’ê hin nerazîbûnên xwe yên derbarê ne aliyên cewherî de, anîne rojevê.  Bi vî aliyê xwe hevdîtinên KNK’ê yên tûra yekemîn serketî xwuya dikin. KCK’ê desteka tam da. Ev girîng e. Ji ber ku yek ji kevirê bingehîn ê kongreyê wê PKK be. 

Di dema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku li Rojhilata Navîn didome, gihiştina stratejiyeke hevbeş a Kurdan girîng e. Bi vê yekê re wê derfeta meşandina dîplomasiyeke hevbeş jî derkeve holê. Dîsa derfeta avakirina hêzeke hevbeş a parastinê jî gengaz bibe. Li kû dibe bila bibe, li dij êrîşên pêk werin, pêkanîna parastineke hevbeş, wê dewletên mêhtinger ên   polîtîkayên komkujiyê dimeşînin, bide fikirandin û avêtina gavên çareseriya pirsgirêka Kurd li wan ferz bike. Dîsa wê di çareserkirina pirsgirêkên nava Kurdan de bibe alîkar; şerê di nava hêzên Kurd ên siyasî de wê bi dawî bibe. Ev rewş wê di pêvajoya têkoşîna afirandina denge û mêzînên nû yên li Rojhilata Navîn de Kurdan bi hêz bike, Kurd wê di denge û statuyên nû de yên ku dê  werin avakirin, cihê xwe bigirin. Di vê pêvajoyê de heger Kurd yekîtiyê ava nekin, wê kengî ava bikin?

Niha hedef ew e ku hemû beşên Kurdistanê azad bibin û bibin xwedî jiyaneke demokratîk. Li Rojhilata Navîn ku dengeyên berê têk diçin û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn didome, armanca bingehîn ev e. Ji ber ku heta hemû parçeyên Kurdistanê azad nebin, hemû parçe bi hev re nebin piştgir, ne mimkûn e ku destketiyên parçeyekî werin parastin. Têkoşîna azadiyê ya li her parçeyî, di heman demê de ya parçeyên din e, yanî ya tevahiya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê kongreya neteweyî wê ne tenê beşekî Kurdistanê, ew ê stratejî û polîtîkayên ku têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya tevahiya parçeyên Kurdistanê bi hêz bike, destekeftiyan biparêzê û taktîkên wê derxê holê.

Hewldana destpêkê a KNK’ê di asta partiyên siyasî de pêk hat. Ev, mîna gava yekemîn rast e; lê belê di gava duyemîn de girtina nihêrîna beşên civakî wê girîng be. Ji ber ku êdî partiyên siyasî ne di wê rewşê de ne ku li ser navê tevahiya civakê biaxifin. Bêgûman partî nûneriya tevahiya daxwazên beşên civakî dikin. Polîtîkaya daxwaz û bêrîkirinên beşên civakî dikin. Lê ji bo ku ev polîtîka bihêz û bandor bibin divê xwe bisipêrin civaka demokratîk a rêxistinkirî. Ji ber vê yekê jî girtina nihêrîna komên rêxistinkirî wê hêzê bide xebatên kongreya neteweyî.  Mînak; girtina nihêrîna jin û ciwanan wê xebatên yekîtiya neteweyî bi hêz bike. Guhdarîkirina li komên baweriyê yên li Kurdistkanê wê bihêle ku yekîtiya neteweyî rast pêk were. Heger em ê jiyaneke azad û demokratîk ya xwe nasipêre yek neteweyê ava bikin, wê demê girtina nerîna beşên cuda yên civakî wê van xabatan bi hêztir bike. Heger em qala azadkirina Kurdistanê dikin, wê demê guhdarîkirina li nihêrînên wan a derbarê yekîtiya neteweyî de û derbarê yekîtiya neteweyî û têkoşînê de ji bo xwe gihandina encamên rast divê sûd ji wan bê girtin.

Yekîtiya neteweyî yan polîtîkaya neteweyî tê wateya rahijtin û pêdaketina mijarên girîng û jiyanî. Mînak rewşa lezgîn a li Başûrê Kurdistanê, pirsgirêka demokrasiyê ya di navbera partiyên Kurd de, pirsgirêka xebitandina parlemenê ya li vî parçeyî ye. Dîsa li Şengalê mijara paşeroj û statuya Kurdên Êzîdî girîng e. Ji bo li Rojava Kurd bibin xwedî destketiyên mayinde divê di mijara demokratîkbûna Sûriyeyê de polîtîkayeke hevbeş were diyarkirin. Dîsa li Başûr zelalkirina statuya herêmên mîna Kerkûkê yên hîna nehatiye diyarkirin, mijareke sereke ye. Niha herkes li gorî xwe rojev û mijarên girîng diyar dike. Xebatên yekîtiya neteweyî wê bihêle ku rojev û mijarên girîng ên neteweyî diyar bibin. Ya herî girîng jî li hemû parçeyên Kurdistanê di serî de jî li dij dewletên mêhtinger û yên herêmê wê polîtîkayên hevbeş werin diyarkirin. 

Hemû mijarên ku di xebatên yekîtiya neteweyî de werin rojevê, girîng in. Di vê çerçoveyê de em ji bo xebatên KNK’ê serketinê dixwazin. Destekdayina vê xebatê ji bo tevahiya gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk, partiyên siyasî û derdorên heyî berpirsiyariyeke dîrokî ye.  

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA