Xebata bi şev xesarek mezin li ser hiş dike
Xebata bi şev xesarek mezin li ser hiş dike
Xebata bi şev xesarek mezin li ser hiş dike
Di lêkolîneke ku li Fransayê hatiye kirin de bi salan heta derengiya şevê xebat, zerarek mezin dide hiş, baldarî û leza reaksiyonê.
Zanistên Fransî û Îngîlîzî bi hev re lêkolînek kirin û 3 hezar xebatkarên ku temenê wan di navbera 32-62’an 10 salan di bin çavderiyê de hiştin. Lêkolîna ku Şaxa Toulouse ya Navenda Lêkolînê ya Zanistan Neteweyî (CNRS) û zanistên îngîlîz têde cih girtin, di kovara bi navê Occupational and Environmental Medicine de hate weşandin.
Li gorî lêkolînê kesên ku heta derengiya şevê yan jî di vardiya de dixebitin, lezbûna kalbûna hişê wan zêdetir e. 3 hezar karkerên fabrîkayê yên tevlî lêkolînê bûn salê herî kêm 50 rojî ji mesayiyê re dimînin an jî di vardiyayan de dixebitin.
Di testên xebatkarên Fransî yên sala 1996, 2001 û 2006’an de hatine kirin de derket holê ku di fêmkirina wan de pirsgirêkên cidî hatine tespîtkirin. Li gorî vê kesên ku herî kêm 10 salan heta derengiya şevê xebat pirsgirêkên cidî yên fêmkirinê dijîn.
Ji lêkolînerê CNRS’ê, Claude Marquîe, da zanîn ku xeta heta derengiya şevê di demeke kurt de bandorê li ssr mêjî dike û encama lêkolînê bandora pirsgirêkên di demeke dirêj de derdixe holê.
Claude Marquié, da zanîn ku ev bandora li ser kesan piştî ku dest ji kar berdidin şûnde, di nav 5 salan tê dîtin.