Xaziya Pirsûsê Ozdemîr: Ez ê biçim Kobanê

Ummuhan Ozdemîr ji rêwîtiya ber bi Kobanê ve ne poşman e û dibêje, "Rêyeke min a rast heye. Ez ê di wê rêyê de bimeşin."

Ummuhan Ozdemîr li Stenbolê endameke AKP'ê bû. Lê belê piştî ku Serokkomar Erdogan têkildarî mirina Berkîn Elvan got, 'Min ferman da polîsan', Ummuhan Ozdemîr hebûna xwe ya li nava AKP'ê ji nû ve nirxand. Piştî pirsên di hişê wê de zêde bûn, ji nava AKP'ê derket. 

Çû rêxistina ESP'ê ya Sancaktepeyê û tevlî kampanya SGDF ya ji bo Kobanê bû. Bi gotina, "Divê ez rewşa li wir bi çavên xwe bibînim. Divê bibin hevparê êşa li wê derê" di 20'ê Tîrmehê de berê xwe da ser sînorê Kobanê. 

Di êrîşa hovane ya li Pirsûsê de bi saxî rizgar bû. Lê dema vegeriya Stenbolê, piştî Gezî cara duyemîn jiyana wê guherî. Ji karê li şaredariyê hat derxistin. 

Dema vegeriya Stenbolê, hefteyekê bi kesî re têkilî dananî, bi kesî re naxivî. Lê belê bi têgihiştina 'Pirsûs bi rastî jî werçerxe bû. Divê xwe bi xurtî li jiyanê bigire' ji nû ve xwe komî ser hev kir.

Hestên xwe yên hinbî bi vî rengî vedibêje: "Ji wê kêliyê û pê ve, ez bi ti awayî nikarîbûm vegerim. Weke mirovekê, wijdanê min qebûl nedikir ku tiştekî nîvco bihêlim. Mirov neçar in hîn bêhtir tiştekî bikin. Neçar in li dijî komkujiyan bisekinin. Mirov neçar in li cem her êşê cih bigirin."

Ji xwe ku çû Pirsûsê malbat, xizm û hevalên wê jê dûr ketin. Pirsa "Çi karê te li wir hebû" lê hat kirin. Wê jî ev bersiv da vê pirsê, "Li wê derê ciwan hatin kuştin. Çima hatin kuştin? Vê pirsê jî bikin."

Ji bo ji karê şaredariyê derkeve, zextek giran lê hat kirin. Lê wê îstifa nekir. Sedema xwe jî bi vî rengî eşkere kir: "Her kes ji te ditirse. Mîna ku tu dikare êrîşkarê bombeyî be û bixwaze tola Pirsûsê hilîne."

Ji rêveberên şaredariyê re got, "Ev neheqî ye" û banga însaf û wijdanê li wan kir. Lê belê ev hewldanên wê bi kêr nehatin.

Ji bo AKP'yiyên li şaredariyê got, "Mirovên ne ji xwe, weke dijmin dibînin. Min ev yek baş fêm kir. Mirovên dimirin ne xema wan e."

Lê îstifa nekir. Di dawiyê de li karê xwe vegeriya. Lê belê kesî silav neda wê. Bi qasî şeş mehan li karê xwe yê berê xebitî. Ji bo bêje 'ez bi serbilindî li ser piya me' û êşa kişandiye nîşan nede.

'BI TENÊ BENDEWARIYEKE MEIN HEBÛ; HURMETÊ NÎŞANÎ YÊN MIRIN E BIDIN'

Dibêje "Ez şeş mehan xebitîm, lê bi tenê ez dizanim bê li wê derê çi bi serê min hat. Ji bo bêjim; em mafdar in, bêyî girî neçar bûm li ber xwe bidim. Lê belê her roj dema ji wî karî derketim, timî bi girî diçûm malê û cem hevrêyên xwe. Ti bendewariyeke min ji wan tinebû. Bi tenê min tiştek dixwest; ew jî hurmeta ji bo miriyan bû. Lê belê êşa dûrî wan, ne xema wan bû. Ev yek jî tiştekî li derveyî mirovahiyê ye."

Ummuhan Ozdemîr, piştî weşandina 'fermannameya terorê' ya ji aliyê Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû ve hat weşandin ji kar hat derxistin.

Ev çend meh in bêkar e. Li herêma Sancaktepeyê weke endameke SKM dixebite. Niha yek ji xebatkarên çalak ên kampanya SGDF ya bi navê "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" e.

Tevî van hemû bûyerên bi serê wê de hatî, ji çûyîna Pirsûsê ne poşman e. Dibêje, "Eger niha dîsa çûyîn hebe, ez ê jî biçim Ez ê biçim wê Kobanê. Ez ê rastiyên li wir bibînim."

...