Gardiyanan li Girtîgeha Bakirkoyê êrîşî girtiyan kirin

Gardiyanan êrîşî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ku nexwestin pêlavên xwe derxin kirin.

ÊŞKENCEYA LI GIRTIYAN

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê piştî hevdîtinê derxistina pêlavên li ser wan ferz kirin. Girtiyên piştî hevdîtina malbat û parêzeran vedigeriyan qawîşan di lêgerînê de derxistina pêlavan li ser wan ferz kirin.  Hate diyarkirin ku girtiyên ku ev pêkanîna heqaretê red kirine ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin.

Parêzeran diyar kirin ku ev 2 hefte ne ferzkirina derxistina pêlavan didome û wiha gotin: “Pêlavên girtiyan nayên teslîmkirin. Girtiyan diyar kirin ku ew ê serlêdana sûcê bikin û heta dawiyê li dijî her cure zextan li ber xwe bidin. Sedema vê ferzkirinê ji girtiyan re nabêjin.”