Di nivîsê de, ya bi navê ‘Pêkirinên li ser Erdogan û Tirkiyê wê çi bi xwe re bînin?’ hate gotin di van demên dawî de rawestandina muzakereyên endamtiyê yên bi YE’yê re, birîna alîkariya YE’yê, pêkirinên aborî yan jî neçûna turîstan a Tirkiyê tê nîqaşkirin.
Freytag diyar dike tenê nîqaşa pêkirinan jî di hêla Tirk de rê li ber reaksîyonên provakatîf vedike û Erdogan li şûna rehetiya civaka xwe weke hemû lîderên otokratîk tenê li xwe û desthilatdariya xwe difikire.
YE WÊ BIBE SERÊ GUNEHAN
Freytag got Erdogan dizane ku li Tirkiyê beşekî mezin dixwaze Tirkiyê têkeve YE’yê û got, ‘’Ji bo vê jî ew muzakereyan naqedîne. Heke YE vê bike ji hêlekê bi îhtîmeleke mezin wê hişkbûneke bi rêje bike û li hêla dî jî wê bibe serê gunehan. Hikûmeta li Enqerê wê ji hemû Tirkan re, ku dixwazin Tirkiyê têkeve YE’yê de bibêje YE dixwaze Tirkiyê li der bihêle.
Freytag dibêje ji bo vê jî li şûna bidawîkirina muzakereyên endamtiyê werin cemidandin an jî taloqkirin rastir e û îşaret were dayin ku Tirkiye heman nirxan par ve bike wê bikaribe bikeve YE’ê çêtir e.
Freytag dibêje pêkirinên aborî jî wê rasterast bandorê li endamên hikûmetê neke û li şûna vê hebûna mal a wezîrên hikûmeta AKP’ê ya li YE’yê were cemidandin çêtir e.
PÊKIRINÊN KU ZORÊ LI GEL BIKE WÊ DI MIJARA TENGEZARIYA ABORÎ DE HINCETÊ JI AKP’Ê RE ÇÊBIBE
Freyrag got heke Ewropa li ser Tirkiyê pêkirinê bike û ev bandorke neyênî li gel bike ev ê ji hêla AKP’ê ve pir were xebitandin, AKP di rewşeke xirab a aboriyê de wê vê bike hincet û ev ê ji bo gotinên hişk ên Erdogan re jî bibe sedemek.
Freytag dibêje di rewşa pêkirinan de hikûmetên sêyem ku dixwazin ziyanê bidin YE’yê dibe ku destekê bidine Tirkiyê û ev ê jî pêkirinan qels bike, pozîsyona hikûmeta Tirk xurt bike. Freytag bi domdarî diyar kir pêkirinên pêkan dikare bibe sedem ku Tirkiyeyiyên dijberên Erdogan jî bi AKP’ê ve bişemitin.
Freytag got ji bilî rejîmên Apartheîd bi giştî pêkirinên wiha yên li ser hikûmetan bandoreke berovajî bi xwe re tînin, bi taybetî divê li ser pêkirinên aborî û boykota turîzmê were sekinandin.