WHO: 1 mîlyar ciwan bi xeteriya kerbûnê re rû bi rû ne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da û diyar kir ku zêdeyî mîlyarek ciwan, ji ber bi dengekî bilind li muzîkê guhdarî dikin dikare guhê wan giran bibe.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji sedî 50 ê ciwanên ji 12 salî heta 35 salî yên li welatên xwedî hatineyeke asta navîn û bilind dijîn, bi dengê bilind re rû bi rû ne.
Ev rewşa ji dengê bilind, di heyşt saetên bê navber de weke 85 desîbel û di 15 deqeyan de jî weke 100 desîbel tê diyarkirin.
85 desîbel, qerebalixiya dema herî zêde ya trafîkê temsîl dike ku mirovekî di wesayîtekê de rûdinê, lê rast tê.
Eger pêwîstî bi hevberkirinê hebe; vûvûzelayek bi dengê 120 desîbelî tê îfadekirin. Dengekî di vê astê de bilind, pêwîste mirov rojane ji 9 saniyeyan zêdetir lê guhdarî nekin. Naxwe, dibe ku pirsgirêkên bihîstinê yên giran xwe bidin der.
Rêxistina Tenduristiyê bi wesîleya 3'ê Adarê Roja Bihîstinê ya Cîhanê, hin tedbîrên hêsan pêşniyar kir.
Li gorî vê yekê, mirovên digihên temenê ciwantiyê divê dengê telefon û cîhazên muzîkê deynin, rojê ji saetekê bêhtir bikar neynin, li cihên gelekî qerebalix guhê xwe bigirin û bêhnê vedin.