Wezîrên AKP'yî bi destvala ji Brukselê vegeriyan!
Wezîrên AKP'yî, ku piştî daxuyaniya Elmanyayê ya li ser pêkanînên li dijî rejîma Erdogan çûn Brukselê, bi destvala jê vegeriyan.
Wezîrên AKP'yî, ku piştî daxuyaniya Elmanyayê ya li ser pêkanînên li dijî rejîma Erdogan çûn Brukselê, bi destvala jê vegeriyan.
Rayedarên Yekîtiya Ewropayê, ku pevajoya endametiya Tirkiyeyê rawestandine, mesaja "em gaveke şênber û erênî ji Tirkiyeyê dixwazin" dan. Lê belê Tirkiye wê hê jî di statuya welatê namzet de be.
Hikumeta Merkel hefteya derbasbûyî bi daxuyaniyekê hin pêkanîn li dijî rejîma Erdogan eşkere kiribû. Yek ji van pêkanînên sereke jî birîna alîkariya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Tirkiyeyê bû. Piştî ku Berlînê di vê mijarê de Yekîtiya Ewropa xiste nava liv û tevgerê, hikumeta AKP'ê jî bi lez û bez berê xwe da Brukselê.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû û Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelîk, li Brukselê bi sernavê "Civîna Diyaloga Siyasî ya Asta Bilind a Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê" duh bi rayedarên yekîtiya Ewropayê re rûniştin. Nûnera Yekîtiya Ewropayê ya ji Polîtîkaya Derve Berpirsyar Federîca Mogherînî û Komîserê Yekîtiya Ewropayê yê ji Berfirehbûnê Berpirsyar Johannes Hahn beşdarî vê civînê bûn.
WÊ SERNAVEKE NÛ NEYÊ VEKIRIN, ALÎKARÎ WÊ BIDOME
Li gorî nûçeyên çapemeniya Ewropayê, ku danûstandinên heyeta AKP'ê ji nêz ve dişopîne, hikumeta Tirk di hevdîtinê de ti encam bi dest nexistiye. Tevî rexneyên tund ên Yekîtiya Ewropayê û rawestandina pêvajoya endametiyê, wezîrên AKP'yî xwestin, ku peymana yekîtiya gumrukê bê berfirehkirin û vîze ji bo Tirkiyeyê serbest be.
Lê belê rayedarên Yekîtiya Ewropayê bersiveke neyînî dan van daxwazên Enqereyê. Û hişyariyên cidî jî dan rejîma AKP'ê. Bruksel, ku ji rejîma AKP'ê dixwaze dawî li zext û zordariya xwe bîne, destnîşan dike ku wê ji bo danûstandinan sernavekî nû neyê vekirin. Lê belê paketa alîkariya ji 4.4 mîlyar Euro ku hatiye plankirin heta sala 2020'an ji bo pêvajoya endametiyê were dayin, wê neyê sekinandin.
Bi taybetî rayedarên Elmanya û Awûstûryayê ji Brukselê xwestibûn ku vê alîkariyê bibire. Lê belê Komîserê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê yê ji Berfirehbûnê Berpirsyar Johannes Hahn diyar kir, ku di mijara alîkairyê de eger hemû welatên endam biryarê bidin, wê alîkarî bê birîn û ev yek jî wê were wateya bidawîbûna pêvajoya endametiyê ya Enqereyê.
'EM TIRKIYEYEKE DEMOKRATÎK DIXWAZIN'
Piştî hevdîtinê, her du aliyan civîneke çapemeniyê pêk anîn. Nûnera yekîtiyê Federîca Mogherînî diyar kir, ku li Tirkiyeyê girtina endamên mûxalefetê, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ji bo wan cihê tirs û fikaran e û wiha dewam kir:
"Mîna berê me îro jî destnîşan kir, ku hevkarî û diyaloga navbera me, divê bi gavên erênî û şênber ên li qada dewleta hiqûqê û azadiyên bingehîn, bên dewamkirin. Parastina mafên mirovan û siyasetmedarên mûxalîf jî di nava vê de ye. Tirkiye welatekî namzet e û wê bi vî rengî jî bimîne. Em xwedî wê niyetê ne ku bi Tirkiyeyeke ji aliyê ewlekarî û aboriyê ve zindî û demokratîk e, bixebitin."
Johannes Hahn jî destnîşan kir, ku ew ji ber girtinên li Tirkiyeyê bi fikar in û got, "Em li bendê ne ku di van dozan de, pêvajoyeke qanûnî ya ku xwe dispêre pîvana masûmiyetê, bê meşandin."
Rayedarê yekîtiyê yê ji Awûstûryayê Hahn diyar kir, ku ji bo azadiya vîzeyê ya welatiyên Tirk, hê jî Tirkiyeyê 5 ji 72 pîvanan bi cih naniye û got, heta ku Tirkiye ji aliyê dewleta hiqûqê û mafên mirovan ve karnameya xwe ya nebaş sererast neke, wê têkilî bi pêş ve neçe.
Hahn herî dawî destnîşan kir, ku ne pêkan e di danûstandinên bi Tirkiyeyê re sernavên nû bên vekirin.