Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirk Îsmet Yilmaz di derbarê komkujiya Geliyê Tiyarê ya di 22'ê Cotmeha 2011'an de ku di encama bombebaranê de 36 gêrîlayê HPG'ê yên bi çekên kîmweyî jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku lêpirsîna bûyerê didome.
Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirk Îsmet Yilmaz bi awayeki nivîskî pirsnameya Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna ya di derbarê komkujiya Geliyê Tiyarê ya di 22'ê Cotmeha 2011'an de ku di encama bombebaranê de 36 gêrîlayên HPG'ê yên bi çekên kîmweyî jiyana xwe ji dest dan bersivand. Yilmaz diyar kir ku, lêpirsîna bûyerê didome. Yilmaz destnişan kir ku, li ser îdîayên "Çekên kîmyewî hatine bikaranîn" lêpirsina Dozgerê Leşkerî yê Serferandariyê bi dosyaya esasê 2012/233 didome.