Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf li Stockholmê hate protestokirin
Zarîf ê ku bi heyetek ji 60 kesên bazirgan re hate paytexta Stockholm a Swêdê, ji aliyê komên Kurdistanî û Îraniyan ve hate protestokirin.
ANF- MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM
çarşem, 1 pûşperê 2016, 17:22
Zarîf ê ku bi heyetek ji 60 kesên bazirgan re hate paytexta Stockholm a Swêdê, ji aliyê komên Kurdistanî û Îraniyan ve hate protestokirin.
Îran ji bo têkiliyên xwe yên siyasî û ekonomî bi welatên Ewropa re pêş bixe, heyeta di serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevat Zarîf de xebatên xwe li Îskandinavya û welatên Rojava didomîne.
Piştî hevdîtinên fermî yên li Fîlandiyayê, Zarîf û heyeta pê re derbasî Stockholmê bûn. Piştî ziyaretê li Swêdê, ji aliyê Serok Stefan Lovfen ve hate pêşwazîkirin û şûn de bi Wezîrê Karên Derve Margot Wallstrom, Wezîrê Pêşketin û Pîşesaziyê Mîkael Damgerg, Yekîtiya Ewropa û Wezîrê Bazirganiyê Ann Lînde re civiya.
Zarîf, piştî nîvro bi Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Margot Wallstrom û Wezîrê Karên Derve re beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bû.
Zarîf di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku piştî rakirina ambargoya li ser Îranê û şûn de dixwazin têkiliyên xwe yên siyasî û ekonomî bi welatên rojava re û Swêdê re baş bikin. Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Wallstrom jî anî ziman ku di hevdîtinan de darvekirinên li Îranê û îxlalkirinên mafê mirovan anîne rojevê.
LI HEMBER REJÎMA ÎRANÊ XWEPÊŞANDAN
Dema ku rayedarên Swêdê bi Zarîf û heyeta pê re diciviya, li pêşiya avahiya Wezareta Karên Derve û Serokatiyê bi sedan kes kom bûn, îxlalên mafên mirovan û darvekirina li Îranê protesto kirin.
Şoreşgerên Îranê û PJAK’ê bi hev re çalakî li dar xistin. Alîgirên Mesût Revavî û Mucahîdên gel jî bi tena serê xwe xwepêşandan li dar xistin.
Di xwepêşandana li pêşiya avahiya Wezareta Karên Derve de jî dem bi dem alozî zêde bûn û di navbera polîsan û girseyê de gengeşî çêbû.