Wezîrê Elman pesnê êrîşa polîsan a li dijî Kurdan da!

Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta NRW a Elmanyayê Herbert Reûl pesnê êrîşa polîsan a li Dusseldorfê da

Roja Şemiyê, 43 saziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Ermenî, Asûrî-Suryanî û Elman, li dijî qedexeya dewleta Elman ku daniye ser sembolên Kurdan û saziyên demokratîk, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meşek organîze kiribûn.

Polîsên Elman jî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kirin hincet û bi TOMA, ço û agza îsotê êrîşî meşa bi navê "Rê ji faşîzmê re nîne! Azadî ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re" kirin.

Ev êrîşa polîsan rê li ber gelek nerazîbûnan vekir. Lê belê Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta NRW'ê Herbert Reûl pesnê polîsên êrîşkar da. Reûl ê ji partiya Merkel CDU ye got, "Ez ji helwesta polîsên Dusseldorfê ku di mijara posterên Ocalan de nîşan dan, gelekî razî me."

Reûl ji rojnameya Rheînîsche Post re axivî û gotina xwe anî ser wê yekê ku diviyabû xwepêşandêran hesabê êrîşê bikira. Reûl got, "Divê were zanîn ku li NRW kî li dijî qanûnan û hiqûqê rabe, wê polîs tenê li wan temaşe nekin."

Wezîr Reûl ji bo posterên Ocalan got, "Ez meraq dikim bê ewqas posterên qedexekirî yên Ocalan çawa li wir derketine holê."