Wezîrê Elman bêyî ala Elman bi Erdogan re rûnişt

Wezîrê Karên Derve yê Elman Maas bi Erdogan re rûnişt. Balkêş e ku di dema hevdîtinê de ala Elman nehate danîn.

Ji sala 2015'an û vir ve rayedarekî dewleta Elman roja Çarşemê çû qesra Erdogan. Di demekê de ku beriya hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an desthilatdariya AKP'ê qels bû, Serokwezîr Angela Merkel li ser kursiyên li qesra Erdogan rûnişt û hewl da rejîma Erdogan rizgar bike. Niha jî dor hatiye ser siyasetmedarekî sosyal demokrat Wezîrê Karên Derve Heîko Maas.

Maas ku di dema wezîrtiya xwe ya edaletê de gelek caran rexneyên tund li rejîma Enqereyê kir, nasnameya xwe ya hiqûqnasiyê ji bîr kir û bi Erdogan û rayedarên din ên Tirk re wêneyên samîmî kişand. Di her hevdîtinê de gava ku mêvanekî biyanî tê, ala wî welatî jî tê danîn. Lê balkêş e di dema serdana Maas de ala Elman nehate danîn. Ev yek jî weke siyaseta nû ya rejîma Enqereyê ya li ser Berlînê hate şîrovekirin.

Li ser hevdîtina navbera Erdogan-Maas daxuyaniyeke fermî nehate dayin. Lê belê mesaja ku bi cihnedana ala Elman hate dayin û gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû yên di dema civîna çapemeniyê de anî ziman, li ser têkiliyên Berlîn-Enqereyê yên ji niha û pê ve hin işaretan dide.

Çend ji sernavên ku di vê pêvajoya 'serdema nû' tê binavkirin, wiha ne:

ZEXTÊN LI KURDAN: Mîna her carê, vê carê jî di hevdîtina rayedarên dewletên Tirk û Elman de fatûre li Kurdan hate birîn. Dema ku Çavûşoglû meha Mijdarê li Antalyayê bi Wezîrê Karên Derve yê Elman ê wê wextê Gabrîel re wêneyên samîmî dikişand, polîsên Elman posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin hincet û bi tundî êrîş birin ser xwepêşandana navendî ya Kurdan a li Dusseldorfê.

Vê carê jî, dema ku balafira Maas tê de bû gihîşt qada hewayî ya Tirkiyeyê, hate ragihandin ku rayedarên Elman hewl didin 26. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li Dînslakenê asteng bikin. Tê gotin ku bi biryara kêfî ya şaredariya Dînslakenê re Maas wê di danûstandinên xwe yên li Enqereyê de bêje, "Binerin me destûr nedan festîvala çandê ya Kurdan". Bi vî rengî destê xwe xurt bike.

Rejîma Erdogan di têkoşîna dijî tevgera azadiyê ya Kurd de hîn bêhtir daxwaza hevkariyê ji Elmanyayê dike. Ji xwe dewleta Elman bi qedexekirina hemû sembolên siyasî yên Kurdan, bi serdegirtina li sazî û komeleyên Kurdan hevkariya xwe ya di vê mijarê de bi cih tîne. Erdogan ji Maas dixwaze 'hîn bêhtir têbikoşe'. Tê gotin ku beriya serdana Erdogan a 28-29'ê Îlonê ya li Berlînê wê zexta li Kurdan zêdetir bibe.

HEVKARIYA EWLEKARÎ Û ÎSTÎXBARATÊ: Par ji ber karên zêde yên MÎT'ê yên li Elmanyayê, hevkariya ewlekarî û îstîxbaratê ya navbera her du welatan rawestiya bû. Lê belê Maas got, "Ji bo têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re baştir bibe, em dixwazin mekanîzmaya diyalogê ava bikin." Bi vê gotinê re nîşan dide ku wê hevkariya di vê mijarê de zêde bikin.

Çavûşoglû got, "Ji bo normalkirina têkiliyan em gelekî hewl didin." Ev gotin işaretê bi wê yekê dike ku mekanîzmayên beriya niha di navbera her du welatan de hatibûn avakirin, ji nû ve bikevin meriyetê. Mesela; di lêpirsîna dijî siyasetemdarên Kurd û mûxalîfên rejîma Erdogan de her du welat avahiyan hîn bêhtir bi hev re parve bikin. Ev mekanîzmaya ku berê dixeitî, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê rawestiyabû.

ELMANÊN LI GIRTÎGEHÊN TIRKIYEYÊ: Mijareke din ku di hevdîtinên Maas de hate rojevê, rewşa welatiyên Elman e ku ji ber sûcên siyasî li girtîgehên Tirkiyeyê mîna dîlgirtiyan di destê rejîma Erdogan de ne. Maas beriya niha gelek caran daxuyanî dabû û bal kişandibû ser rewşa 7 welatiyên Elman. Ji gotinên Maas ên li Enqereyê anî ziman tê fêhmkirin ku di vê mijarê de pêşketin heye. Maas got, "Em li ser rewşa welatiyên Elman ên li girtîgehê axivîn. Me got ku ji niha û pê ve jî em ê têkiliyê bidomînin." Nayê zanîn ku ji bo berdana welatiyên Elman ên girtî, Maas û rayedarên rejîma Erdogan bazareke çawa kirine.

PEYMANA LI SER PENABERAN: Hikumeta Merkel ku di siyaseta navxweyî de tengav bûye û ji ber penaberan bûye hedefa nîjadperestan, vê demê fikara xwe ya herî mezin ew e ku pêşî li pêla nû ya koçberan bigire. Ji bo vê jî dixwaze peymana ku Yekîtiya Ewropayê li ser penaberan bi rejîma Enqereyê re kiriye, bê kêmasî bidome. Ji xwe beriya destpêkirina operasyona Îdlibê, rejîma Erdogan ji niha ve penaberên ji Îdlibê bên weke şantajê bi kar tîne. Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Maas diyar kir ku ew rewşa li herêmê bi fikar dişopînin û mesajên mîna yên hikumeta Tirk da.