Wezîr Guler: Ji bo 1’ê Gulanê destûra Taksîmê tune ye
Wezîr Guler: Ji bo 1’ê Gulanê destûra Taksîmê tune ye
Wezîr Guler: Ji bo 1’ê Gulanê destûra Taksîmê tune ye
Wezîrê Karê Navxweyî Tirkiyeyê Muamer Guler diyar kir ku, dê destûrê nedin pîrozbahiya li Taksîmê ya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran.
Guler projeya peyarê ya Qada Taksîmê wek hincet nîşan da û got: “Niha hawireke fîzkî ya ku ewlehiya têr digire tune ye. Em tenê dikarin ji bo daxuyaniyeke çapemeniyê destûrê ji bo Taksîmê bidin.”
Guler di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Lê em ji bo bernameyên wekî din yên wekê meşê ji bo ku bi awayekî baştir pêk were em dê nêrînên xwe ji bo rayedarên sendîkayan vebêjin.”
Lijneya Rêveberiya DÎSK’ê di rojên borî de daxuyaniyek dan û diyar kir ku, di çi şert û mercî de dibe bila bibe dê 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin.
Wezîrê Karê Navxweyî Guler di dema Walitiya xwe ya Stenbolê de jî destûr nedabû pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Taksîmê. Guler di pîrozbahiyê de polîs dan pêş û bi bombeyên gazê êrîşên karkeran kir û bi dehan birîndar û bi sedan jî hatin binçavkirin.