Wezîfedarên HDP'yî bang li dengdêrên li Essen û Dusseldorfê kirin

Dengdana li bajarên Essen û Dusseldorf ên Elmanyayê dewam dike. Wezîfedarên HDP'yî bang li hilbijêran kirin ji bo dengê xwe bidin.

Dengdana li Elmanya, Awûstûrya û Fransayê di roja çaran de ye. Li bajarên Essen û Dusseldorfê yên li Elmanyayê jî dengdan dwam dike. Dengdana li Essenê li messe Grugahalleyê, ya li Dusseldorfê jî li Konsolosxaneya Tirkiyeyê tê kirin. Muşahîd û wezîfedarên HDP'yî yên li ber sindoqan e, alîkariyê didin dengdêran. Wezîfedarên HDP'yî yên li van bajaran diyar kirin ku dengdan li gorî hilbijartinên beriya niha kêm e û bang li alîgirên demokrasî û azadiyê kirin ji bo dengê xwe bidin.

'JI BO PAŞEROJEKE XWEŞ, EM DENGÊ XWE BIDIN'

Nûnerê HDP'ê yê herêma Essenê Kemal Korkmaz anî ziman ku ew bi 1020 muşahîd û wezîfedaran, sindoqan diparêzin û got, "Em timî li vir in. Ji bo di hatin û çûnê de pirsgirêk dernekeve pêşiya gelê me, em li ser karê xwe ne." Korkmaz diyar kir, dengdana sê rojên destpêkê li gorî 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê kêm e û got, "Girîng e gelê me vê rastiyê bibîne û biçe ser sindoqan."

Korkmaz destnîşan kir ku eger tê xwestin ew ji dîktatoriyê rizgar bibin, hingî divê teqez deng bê dayin û diyar kir, ji bo paşerojeke xweş û bedew divê dengek ji HDP'ê, yek jî ji Selahattîn Demîrtaş re bê dayin.

'EM DENGDANÊ TALOQ NEKIN'

Nûnera HDP'ê ya herêma Dusseldorfê Ayten Aslaner jî anî ziman ku ew li herêma Dusseldorfê bi 10-15 muşahîd û wezîfedaran dixebitin û got, "Divê haya her kesî ji zext, fen, dek û dolabên AKP'ê hebe. Vê yekê jî bi dayina dengê xwe em dikarin bikin. Eger em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin, hingî ev yek wê bibe bersiva herî watedar."

Aslaner bang li gelê li derdora Dusseldorfê kir ku ji bo welatekî demokratîk û azad xwedî li dengê xwe derkevin û ji her kesî xwest ku dengdanê taloq nekin. Aslaner got, "Em ji bîr nekin, dengekî me ji HDP'ê re, yek jî ji Demîrtaş re. Di dengdanê de 2 pisûla hene. Yek ji bo HDP'ê, yek jî ji bo Demîrtaş. Em bi bêhnfirehî dengê xwe bidin."