Wezareta Werzîş û Ciwanan kurdî qedexe kir an na?

Wezareta Werzîş û Ciwanan kurdî qedexe kir an na?

Parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, qedexekirina kurdî ya di kampên havînê ya li Wanê hatiye avakirin ji hikûmetê pirsî.

Ayla Akat, bi armanca ku wezîrê Werzîş û Ciwanan Suat Kiliç bersivê bide pêşnûmeyek pêşkêşî Meclisê kir. Di pêşnûmeyê de hate diyar kirin ku bila wezareta werzîş û ciwanan îdiayên der barê ku di kampên havînê yên li navçeya Westana Wanê hatiye avakirin de kurdî hatiye qedexekirin bibersivîne.

Di pêşnûmeyê de wiha hat gotin: “Tê îdia kirin ku di xebata Kampa Havînê ya ku wezaretê organîzekiriye de Sedat Dîlekçî ji bo ciwanên kurdî axivîne astengiyên cuda derxistine. Kesên bi navê Y.E û M.K ku li kampê dimînin diyar dikin ku Sedat Dîleçî axafatina kurdî û stranên kurdî qedexe kiriye. Dîlekçî ji bo vê pêkanînê hincetên wekê ‘Wezaretê ji me re di vê mijarê de nivîs şandiye’ aniye ziman.

M.K û Y.E der barê mijarê de serî li Midûriyeta Navenda Werzîş û Xizmetên Ciwanan a Wanê daye, lê der barê Dîlekçî de tu kar û bar nehatiye kirin. Li gorî îdiyan di 21’ê tîmrehê de di vegera kampê de di otobusê de di navbera ciwanên bi kurdî axivîne û Dîlekçî de nîqaş derketiye.

Akat di pêşnûmeyê de da zanîn ku  di vê mijarê de der barê kampê de wezaretê talîmatek bi vî rengî daye an na û der barê Dîlekçî de lêpirsînek hatiye destpêkirin an na.