Wezareta Pêşmergeyan: Di şerê li dijî DAIŞ'ê de 727 şehîdên me hene

Wezareta Pêşmergeyan: Di şerê li dijî DAIŞ'ê de 727 şehîdên me hene

Wezareta Pêşmergeyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bîlançoya şer û pevçûnên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê aşkera kir. Wezaretê got, "727 şehîd, 3564 birîndarên me hene."

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan de hat ragihandin ku di şerê ji 10.06.2014'an û heta roja îro yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de "727 şehîd, 3564 birîndarên me hene, 34 pêşmergeyên me jî winda ne." Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku aqûbeta 34 pêşmergeyan nayê zanîn.

Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku şerê tê meşandin şerê hevpar ê hemû hêzên Kurdistanî ye û got, "Yên şehîd ketine, birîndar bûne, winda bûne lehengên ku di têkoşîna li dijî terorê de Kurdistan parastine ne. Şehîd, birîndar û windahî ne tenê yên aliyekî yan jî partiyekê ne, yên tevahiya Kurd û Kurdistanê ne."