Wezareta Navxweyî a Alman: Wê qedexekirina PKK’ê bidome

Wezareta Navxweyî a Alman: Wê qedexekirina PKK’ê bidome

Wezareta Karên Navxweyî ya Federal a Almanya da xuyakirin ku qedexekirina PKK’ê ya 20 sal e didome wê berdewam bike. Wezareta ku bersiv da pêşniyarpirsa Parlamenterê Partiya Çep Ulla Jelpke got, “Ji bo qedexekirina PKK’ê rabe tu sedem nîn e.” Jelpke jî bi gotina “Almanya bi qedexekirina PKK’ê re ji şansê ku tevkariyê ji aştiya Kurdistanê re bike bêpar dimîne.”

Piştî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, banga Rêberê Gelê Kurd a di Newrozê de û vekişîna gerîllayan mijara qedexekirina PKK’ê ya li Almanya ji nû ve di rojevê de ye. Herî dawî kovara Focus a Heftane di dawiya meha Gulanê de dabû xuyakirin ku yekeyên hukûmetê ji bo qedexekirina PKK’ê rabe xebat dane destpêkirin. 

Kovarê di nûçeya xwe de destnîşan kiribû ku ji rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Navxweyî di serokatiya Hans-Gerorg Engelke de li ser mijara qedexekirina PKK’ê  çûne Enqereyê hevdîtanan çêbikin. Û di nûçeyê de dihat gotin ku di vê hevdîtinê de di Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Îstixbarata Hundir re Daîreya Sûç a Federal jî hebû.  

Hatibû destnîşankirin ku Almanya beriya ku hin guhertinan di mijara qedexekirina PKK’ê de çêbike ji bo nêrîna Tirkiyeyê bigire ku heyeteyek çûbû Enqereyê, Parlamenterê Partiya Çep Ulla Jelpke mijar anîbû rojeva Meclîsê. Jelpke ku têkildarî mijarê pêşniyarpirsek dabû, xwestibû ku hukûmet daxuyaniyên berfireh bide.     

Wezareta Karên Navxweyî a Federal bersiv da pêşniyarpirsê. Di bersiva kurt a 11’ê Hezîranê de wezaretê dabû xuyakirin ku hevdîtineke wiha çênebûye û li ser pirsa “Di vê pêvajoyê de hûn difikirin qedexekirina PKK’ê rakin?” got, “Hukûmeta Federal pêwîst nabîne ji bo qedexekirina PKK’ê lêkolînekê bide destpêkirin”