Wesayîta parêzer û rojnamegeran qeza derbas kir

Wesayîta parêzer û rojnamegeran qeza derbas kir

Wesayîta parêzer û rojnamegeran a ji bo doza sereke ya "KCK'ê" ya Stenbolê bişopînin dema diçû Sîlîvriyê qeza derbas kir. Di encama qezayê de di nav de Nûçegihana DÎHA'yê Mutha Çetîn jî heye birîndar bûn.

Wesayîta parêzer û rojnamegeran a ku ji Stenbolê ber bi Sîlîvriyê ve ji bo doza sereke ya "KCK'ê" ya Stenbolê bişopîne diçû li nêzî Tesîsên Bêhndayîna Metro a Selîmpaşa ji ber tekereya wesayîtê qetiya wesayît wergeriya. Di encama qezaya trafîkê de Nûçegihana DÎHA'yê Mutha Çetîn, Nûçegihana ETHA'yê Yildiz Tar, nûçegihanên rojnameyên Evrensel û Bîrgûnê û parêzer birîndar bûn.

Hate ragihandin ku ji bîrîndaran tu kesên rewşa wan giran heyî tunene.