Wesayîta leşkerî qeza kir: 4 birîndar

Wesayîta leşkerî qeza kir: 4 birîndar

Li navçeya Kadirli ya Osmaniyeyê li devera Girê Tapu wesayîta leşkerî qeza kir û 3 jê leşker 4 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, qeza li ser rêya Kadirli-Andirin li devera Girê Tapu rû da. Wesayîtek leşkerî ya aydê Fermandariya Cendirmeyan ya navçeya Kadirliyê, dema ku ji peywirê vedigerî li devera Girê Tapu ser û ser li otomobîla plaqeya 01 UT 256 ya Îbrahîm Çanakpinar di ajot ket.

Di qezayê de ajovanê otomobîlê Çanakpinar û leşkerên binavê Yunus Sagher, Nûrî Yildiz û Fevzî Anil Gulcan birîndar bûn. Birîndarên ku bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kadirliyê, hate diyarkirin ku xeteriya can tuneye. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.