Wekîlên Swîsreyî nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da

Wekîlên Swîsreyî, daxuyaniyek hevpar dan, girtina parêzvanên mafê mirovan a ji aliyê dewleta Tirk ve şaremzar kirin.

Wekîlên Swîsreyî nerazîbûn nîşanî êrîş û zextên girtinê yên di demê dawî de li Tirkiyeyê li ser parêzvanên mafê mirovan tê kirin da. Ji parlementerên Koma Mafê Mirovan a Parlementoya Federal a Swîsreyê ji Partiya Demokrat a Xiristiyan (PDC) Anne Seydoûx, ji Partiya Sosyalîst (SP) Carlo Sommarûga û ji Keskan jî BAltasar Glattlî têkildarî mijarê daxuyaniyek hevpar da. Di daxuyaniyê de pêkanînên çewisandin û girtinê yên dewleta Tirk a di demê dawî de ya li ser parêzvanên mafê mirovan şerezar kirin.

‘BÊ MAFÎ HATINE GIRTIN’

Wekîlan bang li Tirkiyeyê kir ku divê li hember hiqûqa navneteweyî divê rêzdar be. Wekîlên ku daxwaz kirin ku bi lezgîn divê dewleta Tirk nûnerên parêzvanên mafê mirovan berdin, destnîşan kirin ku girtina nûnerên parêzvanên mafê mirovan bê mafî hatine girtin û darezandin û gotin: “Parastina Mafê mirovan qet nakeve kategoriya sûc.”

BANG LI KONSEYA FEDERAL HATE KIRIN

Parlemeteran, bibîr xistin ku divê Konseya Federal a Swîsreyê ji bo berdana parêzvanên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê divê rol bilîzin. Parlementerên Swîsreyî gotin: “Konseya Federal a Swîsreyê divê hemû amûrên di destê xwe de bikar bîne li dijî rayedarên Tirk bertekên zelal raber bikin û têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li ber çavan re derbas bike.”