Welatparêzê Kurdistanî Îmam Koca jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê Kurdistanî Îmam Koca jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê Kurdistanî Îmam Koca îro jiyana xwe ji dest da.

Welatparêzê Kurdistanî Îmam Koca yê salên demdirêj in li bajarê Koln ê Elmanya dijî, jiyana xwe ji dest da. Koca yê demek dirêj e li dijî nexweşiya şekir û gurçikan têdikoşe, îro di saetên şevê de li nexweşxaneya Merheîm a bajarê Koln ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Ji bo Koca li Mala Kurdan a li bajarê Kolnê taziye hat danîn.

Koca yê yek ji welatparêzên herêma Kurecîk a girêdayî navçeya Akçadag a Meletî ye, di tevahiya jiyana xwe de ji bo tevgera azadiya Kurdistanê xebat meşand.