Welatên Ewropayê pisgirêkên penaberan çareser nakin
Welatên Ewropayê pisgirêkên penaberan çareser nakin
Welatên Ewropayê pisgirêkên penaberan çareser nakin
Hejmara penaberan welatên YE’ê her diçe zêde dibe. Bi zêdebûna serlêdanên Îltîcayê re pirsgirêka wan a starbûnê zêde dibe û welatên YE’yê jî ji bo parvekirine adîlane ya penaberan hewl didin lihev bikin.
Li gorî daneyên NY’ê li 28 welatî di 2013’an de bi giştî 435 serlêdanên îltîcayê hatine kirin. Ji sedî 70’ê zêdetir serî li Elmanyayê, Îngîlîstan, Swêd, Îtalya û Fransayê dane. Tê payîn ku hejmar îsal zêdetir be. Tenê serlêdanên ji bo Elmanyayê hatine kirine heta dawiya salê wê bigihêje 200 hezarî.
Ji ber şerên li Sûriye, Iraq, Afrganîstan û Afrîkayê hejmara penaberan zêde dibe. Welatên YE’yê jî li dijî vê hejmarê nikarin bi ser bikevin û di alî berpirsariyê de li hev nakin.Her çiqas tercîha penaberan, Elmanya, Fransa, Îtalya û Îngîlîstan be jî hejmara penaberan li Swêd û Maltayê ji nifûsa welat zêdetir e.
Ji ber nelihevkirinên di navbera welatên NY’ê de bi sedhezaran penber di şert û mercên zehmet de dijîn. Îsal nêzî 160 hezar penaber gihiştin Îtalyayê û li Îtalyayê tenê ji bo 9 hezar penaberî yurd û kamp hene. Ji ber vê jî penaberên din neçar in derbasî welatên Ewropa bibin.
Li Fransayê jî di rojên buhrî de parlamenterekî raporek amade kir û got ku nîvê 40 hezar penaberî neçarin li otelan bimînin.
JO ÇALAKGERÊN DAGIRKIRINÊ BIRYARA LEZGÎN
Îsal tê payîn ku heta dawiya salê serlêdanên îltîcayê ji bo Elmanyayê bibe 200 hezar. Li vî welatî pirsgirêkên starbûna penaberan gelek zêde ye. Dema ku dozên îltîcayê hatin redkirin bi sedan penaberî, li Berlînê li qada Oranîeplatz û dibistana Gerhart-Hauptmann-Schule çalakiyên dagirkirinê pêk anîn. Di meha Adarê de dawî li çalakiya Oranîenplatz anîn û di meha Tîrmehê de jî avahiya Gerhart-Hauptmann-Schule vala kirin.
Polîsên Berlînê zextê li 45 penaberên ku li avahiya dibistanê dimîne dikin. Senatorê Karên Hundir yên Berlînê Frank Henkel îdîa kir ku peymana di navbera senatora Entegrasyona Eyaleta Berlînê Dîlek Kolat û çalakgeran de hatiye îmzekirin wezaretê eleqeder nake.
Li aliyê din jî Dadgeha Îdarî ya Berlînê, diyar kir ku ew bawer nakin ku penaberên bi mehan li qada bi navê Oranîezplatz çalakî pêk anîne ji aliyê rayedarên eyaleta Berlînê ve rastî neheqiyê hatine û her wiha agahiya Senatorê Karên Hundir peymana bi penaberan re hatiye kirin tune hesibandiye.
Di biryara dadgehê de hat gotin ku ev peymana hatiye îmzekirin hemû penaberan digire nav xwe û ji ber vê yekê doza wan divê li Berlînê bê dîtin.
DAXWAZA RANDEVUYÊ HAT REDKIRIN
Metna di navbera senator Dîlek Kolat û penaberan de hatiye îmzekirin mimkun e ku 550 penaber jê fêdeyê bigirin. Ev kes her çiqas rasterast mafê rûniştinê daxwaz nekin jî daxwaz dikin ku daxwazên wan li Berlînê bên nîqaşkirin. 45 penaberên hê li avahiya Halen Gerhart-Hauptmann-Schule dimînin li gorî peyaman hatine îmzekirin nikarin maf daxwaz bikin.
Lê daxwaza piraniya çalakgerên Oranienplatz û Gerhart-Hauptmann-Schule hat redkirin û tenê ji bo du kesan mafê mayîn li Berlînê hatiye dayîn. Daxwaza 381 kesên ku serî li Daîreya Biyaniyan da hat redkirin.