Wekîlên HDP'yî yên girtî ji bo Ocalan bang kirin
Hevserokên HDP'ê û wekîlên wê yên girtî bang kirin ku heyetek biçe Îmraliyê û saziyên navneteweyî jî xwestin, ku li pêşberî tecrîdê bêdeng nemînin.
Hevserokên HDP'ê û wekîlên wê yên girtî bang kirin ku heyetek biçe Îmraliyê û saziyên navneteweyî jî xwestin, ku li pêşberî tecrîdê bêdeng nemînin.
Parlamenterên HDP'yî yên girtî, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Daxuyanî wiha ye:
"Em di demekê de ne ku fikarên li ser ewlekarî û tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan zêde dibin. Tecrîda giran a 2.5 salan ku 5'ê Nîsana 2015'an dest pê kir, heta 1'ê Îlona 2016'an hevdîtina cejnê ya malbatê kir. Ji wê rojê û vir ve zêdeyî saleke ne malbatê, ne parêzeran, ne jî kesekî din karîbûne hevdîtinê pê re bikin.
Hikumetên AKP'ê, daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtinê heta niha 670 caran red kirine. Destûr nayê dayin ku malbat hevdîtinê bike. Birêz Ocalan hikumxwarekî ji rêzê nîne. Li ser tenduristiya wî, gelê Kurd dixwaze ji wî bi xwe agahiyê bigire. Ev polîtîkaya tecrîdê di nava mirovên me de rê li ber fikarên cidî vedike. Ev fikar jî ne belasebeb in. Di nava mercên ku bi her awayî zext û zordarî li gelê Kurd tê kirin, mafên wan tên binpêkirin û desteserkirin de, daxuyaniya dozger a li ser şert û mercên tenduristiya Birêz Ocalan ne cihê baweriyê ye.
DAXWAZ
1. Em di demeke welê de ne ku fikar û bendewarî roj bi roj zêde dibin. Em li bendê ne ku desthilatdarî û saziyên dewletê helwesteke cidî ya ku dawî li tecrîdê tîne nîşan bidin. Divê bi lez û bez gav were avêtin.
2. Polîtîkaya tecrîdê tê wateya alozî, rabûna li ber hev û şer. Tê wateya dijminatiya herêmî ya li dijî gelê Kurd, tê wateya dijberiya li her tiştên bi navê Kurdîtiyê. Lê ne tenê ev e. Tê wateiya dijberiya li xalên demokratîkbûna Tirkiyeyê ku Birêz Ocalan di deklarasyona ji 10 xalan a Mutabaqata Dolmabahçeyê de destnîşan kiribû. Tê wateya dijberiya li feraseta jiyana bi hev re ya gelan, bawerî û çandan a bi rengekî wekhev.
Em ji raya giştî ya demokratîk û gelê xwe hêvî dikin, ku xwedî lê derkevin. Ji ber ku Birêz Ocalan ji bo pêkhatiya aştî û çareseriyê bi mejiyê xwe, bi nêrîn, pêşniyar û hebûna xwe gelekî tevkarî kiriye. Kesayetekî girîng e ku di dema pêş de hem li qada herêmî hem jî ya li xwecihî ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rengekî aştiyane û demokratîk dikare tevkariyê bike. Alîgirên aştî û çareseriyê nabe ku di vê mijarê de bi xemsarî tevbigerin.
3. Em bang li hemû saziyên pêwendîdar ên navneteweyî, bi taybetî bang li CPT dikin: Li pêşberî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin.
4. Em bang li meclîsê dikin: Mifteya jiyana bi hev re li gel Birêz Ocalan e. Eger Meclîs dixwaze di vê mijarê de helwesteke çalak, aştiyane û demokratîk nîşan bide, divê gavê biavêje. Pêwîste partiyên siyasî bibin rêveber û xwediyê hewldanên çareserî û aştiyê yên mezin.
Divê malbat, parêzer an jî heyetke siyasî tavilê biçe Girava Îmraliyê. Heta ku ev neyê kirin, ti daxuyanî wê bersivê nede daxwazê me û gelê me. Fikar wê kêm nebin, roj bi roj wê girantir bibin. Tecrîda li derveyî mirovahiyê divê tavilê ji holê bê rakirin."
Hevserokên HDP'ê û Parlamenterên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:
Selahattîn Demîrtaş - Girtîgeha Edîrneyê
Fîgen Yuksekdag - Girtîgeha Kandirayê
Îdrîs Balûken - Girtîgeha Sîncanê
Çaglar Demîrel - Girtîgeha Kandirayê
Selma Irmak - Girtîgeha Kandirayê
Gulser Yildirim - Girtîgeha Kandirayê
Bûrcû Çelîk - Girtîgeha Sîncanê
Abdullah Zeydan - Girtîgeha Edîrneyê
Ferhat Encu - Girtîgeha Kandirayê