Wekîlên HDP'ê li ber DQB’ê dest bi 'Nobeta Wîcdan û Edaletê' kirin
Heyeta HDP'ê ji bo DQB der barê Hevserok û wekîlên HDP'ê yên girtî de biryara berdanê bide li pêş avahiya DQB'ê Nobeta Wîcdan û Edaletê dan destpêkirin.
Heyeta HDP'ê ji bo DQB der barê Hevserok û wekîlên HDP'ê yên girtî de biryara berdanê bide li pêş avahiya DQB'ê Nobeta Wîcdan û Edaletê dan destpêkirin.
Parlamenterên HDP'ê bi daxwaza ku Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) der barê hevserok û wekîlên HDP'ê yên girtî de biryara berdanê bide, li pêş avahiya Dadgehê "Nobeta Wîcdan û Edaletê" dan destpêkirin.
Heyeta ku ji parlamenterên HDP'ê pêk tê, bi armanca Dadgeha Qanûna Bingehîn hevserok û wekîlên HDP'ê yên girtî serbest berde, li pêş avahiya Dadgehê dest bi "Nobeta Wîcdan û Edaletê" kirin. Heyet, ewil ji bo Hevserok û wekîl bên berdan çûn Serokê DQB’ê Zuhtu Aslan ziyaret bikin. Heyeta HDP'ê li DQB’ê dest bi Nobeta Wîcdan û Edaletê kirin. HDP'ê têkildarî çalakiyê daxuyanî da û wiha got: "Heyeta me ya ji Berdevkê Partiya me Osman Baydemir, Berdevka Meclîsa Jinan a partiya me (HDP) Dilan Dirayet Taşdemir, Serokwekîlê Partiya me Ahmet Yildirim, Parlamentera me ya Edeneyê Meral Danış Beştaş û Parlamenterê me yê Stenbolê Garo Paylan, piştî li pêş avahiya AYM'ê daxuyanî dan, xwestin bi Serokê DQB'ê re hevdîtin bikin. Lê hêj daxwaza hevdîtinê ya wekîlan nehatiye dayîn.
Heyeta me ji bo AYM der barê Hevserokên me yên li dijî hiqûqê û zagonan girtî û wekilên me yên girtî biryarê bide û hevserok û wekîlên me bên berdan ji bo DQB li gorî pîvanên neteweyî û navneteweyî gavan bavêje, em li pêş DQB'ê çalakiya "Nobeta Wîcdan û Edaletê" didin destpêkirin. "