Wekîlên di grevê de: Heta hevalên me azad bibin em ê li vir bin

Wekîlên di grevê de: Heta hevalên me azad bibin em ê li vir bin

Ji ber ku wekîlên BDP'ê yên girtî nehatin berdan wekîlên HDP'ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Wekîlên BDP'ê Demîr Çelîk û Ozdal Uçer jî ku piştgirî dan wekîlên HDP'ê her şeş wekîlan şeva xwe di meclîsê de derbaskirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tuncel a bersiv da pirsa, "Çima we dest bi greva birçîbûnê kir?" got, "Em ê, nêzîkatiyeke li Kurdistanê cuda li Tirkiyeyê cuda qebûl nekin."

Ji ber ku wekîlên BDP''ê yên girtî nehatin berdan wekîlên HDP'ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Wekîlên BDP'ê Demîr Çelîk û Ozdal Uçer jî ku piştgirî dan wekîlên HDP'ê her şeş wekîlan şeva xwe di meclîsê de derbaskirin û hat ragihandin ku di rojên pêş de wê gelek wekîlên din jî dest bi greva birçîbûnê bikin. Wekîlên HDP'ê û BDP'ê girîngiya greva birçîbûnê û biryara têkildarî wekîlên girtî ji DÎHA re nirxandin.

TUNCEL: EM Ê NÊZÎKATIYEKE LI KURDISTANÊ CUDA LI TIRKIYEYÊ CUDA QEBÛL NEKIN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tuncel, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê Wekîlê Îzmîrê yê CHP'ê Mustafa Balbay de bi bîr xist û got, "Em wer hizirîn ku dê ev biryar ji bo wekîlên me jî bibe emsal. Lê belê dadgehên Amedê gotin ku ev nabe emsal û daxwaza biryara wekîlên BDP'ê red kirin. Em ê nêzîkatiyeke li Kurdistanê cuda li Tirkiyeyê cuda qebûl nekin."

KURKÇU: GREV DENGVEDANA PEVÇÛNA GELÊ KURD A DI KOLANAN DE BI RÊ VE DIBE YE
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu jî bal kişand ser girîngiya greva birçîbûnê û got ku ev li ber têkoşîna mezin a gelê kurd dilopek e. Kurkçu got, "Hevalên me yên BDP'ê jî bi me re di nav piştevaniyê de ne. Grev dengvedana pevçûna gelê kurd a di kolanan de bi rê ve dibe ye."

TUZEL: WEK HDP'Ê JI BO TIŞTÊN RÛ DIDIN BI DAWÎ BIBIN EM DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Wekîlê HDP'ê yê Stenbolê Levent Tuzel jî da zanîn ku nêzî 2 sal û nîv ê wekîl di girtîgehê de ne û wiha dewam kir, "Ev nayê qebûlkirin. Heta ev wiha bidome wê meşrûiyeta Meclîsê bê nîqaşkirin. Divê ev rewşa bi şerm bi dawî bibe û hevalên me yên wekîl azad bibin."

Çelîk: HETA HEVALÊN ME AZAD BIBIN EM Ê LI VIR BIN

Wekîlê Mûşê yê BDP'ê Demîr Çelî ê ji bo piştgiriyê tevlî greva birçîbûnê bû got, "Em bi qasî ku azadiya xwe bi dest bixin zane ne. Cihê wekîlên me Meclîs e. Heta tevayî siyasiyên girtî azad bibin em ê li vir bin."

UÇER: DIVÊ MILYON RABIN SER LINGAN

Wekîlê Wanê yê BDP'ê Ozdal Uçer jî wiha axivî: "Bi salan li hember siyaseta kurd zext tên meşandin. Divê bi milyonan mirov ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên ji doza KCK'ê rabin ser lingan." Uçer xwest demldest wekîlên girtî bên berdan.