Wekîlên BDP’ê wê biçin Başûrê Kurdistanê

Wekîlên BDP’ê wê biçin Başûrê Kurdistanê

Hevserokê Giştiyê BDP’ê Selahatîn Demirtaş û heyeta pêre bi vexwendinaYNK’ê diçin  bajarê Herêma Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê.

Bi vexwendina Partiya Serokkomarê Îraqê Celal Telebanî YNK’ê Hevserokê Giştiyê BDP’ê Selahattin Demirtaş û heyeta pêre dê îro biçin bajarê Silêmaniyê. Di gel Demirtaş Parlementera Qersê Birtane û Parlementerê Wanê Nazmî Gur hene.

Di derbarê mijarê de Demirtaş bersiva pirsa rojnamevanan da û got ku dê hevdînên me du rojan berdewam bikin. Demirtaş destnîşan kir ku li ser daxwaza Berpirsê Karên Derve yê YNK’ê Mele Bextiyar wê biçin Silêmaniyê. Demirtaş destnîşan kir ku wê mijarên hevdîtinê li ser  yeketiya netewî a Kurdan  be.