Wekîlê Îngilîz: Tirkiye ji hedê xwe bihurî, bila behsa demokrasiyê neke!
Joan Ryan ku di muxalefeta sereke ya Brîtanyayê de cih digire, helwesteke tund li dijî operasyona qirkirina siyasî ya AKP’ê nîşan da û got, ew ê nikaribin vê ragirin.
Joan Ryan ku di muxalefeta sereke ya Brîtanyayê de cih digire, helwesteke tund li dijî operasyona qirkirina siyasî ya AKP’ê nîşan da û got, ew ê nikaribin vê ragirin.
Wekîlê Partiya Karker a li Brîtanyayê di muxalefeta sereke de ye, Joan Ryan diyar, tiştên ku li Tirkiyê dibin nayê qebûl kirin û sînorên ku ew bikaribin ragirin derbas kiriye.
Ryan ji ANF’ê re axivî û helwesteke tund li dijî operasyona qirkirinê ya li ser HDP’ê nîşan da. Ryan girtina siyasetmedarên Kurd bi tundî şermezar kir û diyar kir, li devereke ku hilbijartî têne girtin, kesek nikare bibêje demokrasî heye.
'EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Ryan ku li ofîsa wî ya herêma Enfîeld a Londonê em pê re axivîn, wiha got:
"Ez girtina siyasetmedarên Kurd bi tundî şermezar dikim. Dema ku kesên bi rêyên demokratîk hatin hilbijartin werin girtin, mafê mirovan, hiqûq were binpêkirin, vîna mirovan hêsîr were girtin, Tirkiye nikare behsa demokrasiyê bike.
Çi kesê ku bi çavê demokratan li xwe dinere, berpirsyar e ku li dijî vê rewşê helwesta xwe diyar bike. Serokkomarê Tirk Erdogan û rayedarên Tirk bil ezgînî divê hiqûqê bicebirînin û demokrasiyê xurt bikin. Ez ê vê rewşê bil ezgînî bixim rojeva parlamentoyê.
Niha tişta ku li dijî muxalefetê tê kirin pir bi zalimane ne, di demokrasiyê de mafê mirovan heye ku rikeberiyê bikin.
Li herêmên hilbijartinê Kurd û Elewî ji ewlekariya malbatên xwe yên li Tirkiyê bi fikar in. Ev rewş nayê qebûlkirin û nayê ragirtin."
Wekîlê Partiya Karker Joan Ryan got, "Ji bo mafê mirovan, demokrasî, rûmeta mirovahiyê, jiyana azad û bi dadmendî em dengê xwe bilind bikin."