Wekîlê Danîmarkayî Vîllumsen: Divê Tirkiye ji NATO’yê bê derxistin

Wekîlê Danîmarkayî Vîllumsen: Divê Tirkiye ji NATO’yê bê derxistin

Parlamenterê Danîmarkayî yê Enhedslisten ( Yekîtiya Kesk-Sor) Nîkolaj Villumsen, helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Kobanê rexne kir û got: “Divê NATO piştgirya xwe ya leşkerî vekişîne. Em bi welatekî ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê re nikarin bixebitin.

 Parlamenterê Enhedslisten (Yekîtiya Kesk-Sor) ê Danîmarkayî Nîkolaj Vîllumsen bi axaftina ku kir, Tirkiye bi zimanekî tund rexne kir û got ku divê ji NATO’yê bê derxistin. Vîllumsen anî ziman ku Tirkiye bi çeteyên DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de ye û wiha got: “Tirkiye bi rastî jî henekê xwe bi Danîmarkayê dike. Cidî nagire. Ji ber ku radestkirina kesên Lubnanî ku êrîşî Lars Hedegaard kir, pêk nenanî û serbest berda. Wan diparêze.Tirkiye dixwaze Kobanê bikeve. Lê ev xeyalên wan pêk nehat.Kurdan li Kobanê qezenc kir.Tehemulî vê nakin. Ev êrîşkarî ji ber vê ye.

TIRKIYE KESÊN SIVÎL DIKUJE

Vîllumsen têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Danîmarkayê re nirxand û wiha got: “Li gorî min divê Danîmarka encameke baş ji vê derxe. Destpêkê divê Danîmarka piştgiriya leşkerî ya NATO’yê ya li Tirkiyeyê ye vekişîne. Ji ber ku em nikarin bi dewleteke ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê re bixebitin. Tirkiye îro mirovên li dijî DAIŞ’ê dertên qetil dike. Mirov nikare bi dewleteke wisa re têkiliyan pêş bixe.

Divê piştgirî ji bo Kurdên li Kobanê li dijî DAIŞ’ê têdikoşin bê dayîn. Ez bang li Danîmarkayê dikim ku piştgiriya çekan bidin Kobanê. Ev bi mehane em vê dibêjin. Divê hemû hêzên cîhanê piştgiriyê bidin Kurdan.”