Wekîla Yekîtiya Ewropayê soza têkoşînê da çalakgeran

Parlamentera Yekîtiya Ewropayê ya Partiya Çep a Swêdê Malin Bjork soz da çalakgerên greva birçîbûnê ku wê piştgiriya wan bike.

Bjork bi rêya ANF'ê ji berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê re axivî û got, "Em bi hev re ji bo demokrasiyê û mafên mirovan ên Kurdistan, ji bo azadiya wan têdikoşin."

Bjork diyar kir, wê du caran serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê kiriye, bi CPT re ketiye nava têkiliyê û got, "Divê niha guhertinek pêk were. Em; siyasetmedar neçar in ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û têkoşîna we bidomînin. Ez soz didim we. Em; Partiya Çep xwedî li doza we derdikevin û têkoşîna we ya ji bo demokrasî, mafên mirovan û azadiyê têkoşîna me ye."

Bjork da xuyakirin, divê Yekîtiya Ewropa bes bi rejîma Erdogan re li hev bike û got, "Dem hatiye em Tirkiye û Ewropayeke wekhev û demokratîk ava bikin. Em ê vê bi hev re bikin. Banga min ew e ku siyasetmedar berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dawî li tecrîdkirina Ocalan bînin."