‘Wê Tirkiye biryarekê bide’

Bi rêveberiya Bîden re têkiliyên bi Tirkiyeyê wê werin nûkirin lê wê hin pirsgirêk dîsa werin rojevê.

Piştî ku Bîden bû Serokê DYE’yê krîza pêşîn a bi Rûsyayê re li Behra Reş çêbû. Keştiya şer a bi navê Donald Cook a bi fuze ya DYE di 25’ê Çileyê de ji tengavan derbas bû û xwe gihand Behra Reş. Rûsya jî firkateyna bi navê Amîral Makarov derxist pêşiya DYE’yê û li peravên Kirimê dest bi tatbîkatê kir. Balyozxaneya DYE ya li Enqereyê derbarê çûna keştiyan a Behra Reş tweeteke wisa nivîsand, “Di nav mutefîkên NATO’yê de ji bo hevkarî were zêdekirin, USSPorter û USSDonaldCook li Behra Reş tevî NATO, balefirên keşfê û P-8A tatbîkayeke behrê li dar xist.”

WÊ BIBE ENDAMEKÎ DILSOZ Ê NATOYÊ?

Gelo ev krîz tê wateya ku di navbera DYE û Rûsyayê de wê şerekî hevsengî pêk were? Di vî warî de texmîn ne şaş in lê DYE li hemberî Rûsyayê qala ‘mutefîkên NATOyê’ dike û ev jî ji bo têkiliyên nû yên di navbera DYE û Tirkiyeyê de hinek nîşanan dide me. Piştî serdema Trûmp tê diyarkirin ku wê Bîden dîsa Tirkiyeyê nêzî welatên rojava û NATO’yê bike û hewl bide wê ji Rûsyayê dûr bixîne. Senatorê Demokrat Chrîz Van Hollen hê beriya ku Trûmp dev ji peywirê berde, derbarê têkiliyên bi Tirkiyeyê re roportajek dabû û bal kişandibû ser vî tiştî ku Trûmp bi salan Erdogan û Tirkiye parastibû. Senator gotibû, “Divê Tirkiye biryarekê bide. Yan wê bibe mutefîkekî dilsoz ê NATO’yê yan jî wê tena serê xwe li herêmê bi pêş ve biçe.”

LÎSTIKA TIRKIYEYÊ

Gotina Hollen a ku dibêje ‘Gelo wê bi tena serê xwe bidomîne’ girîng e. Tirkiye di salên dawîn de polîtîkaya xwe ya derve li dora Rûsyayê ava nake. Berê polîtîkaya xwe bi giranî dabe Rûsyayê jî li Lîbya, Rojhilatê Behra Spî, Kafkasya û Sûriyeyê ew û Rûsya gelek caran hatin hemberî hev. Tirkiye ev demek e dixwaze bi xerakirina hevsengan ji xwe re rêyekê çêbike. Tirkiye li Rojhilata Behra Spî û Kafkasyayê hatiye asta şer an jî hatiye asta ku şer çêbike, lê dîplomasiyeke wisa dike ku li wir maseyek were avakirin û ew jî para xwe bistîne.

ZEXTÊN BÊ BANDOR

Dema mirov li demên berê dinihêre, serdema Trûmp ji bo AKP wekî serdemeke ‘baş’ xuya bike jî bi taybetî krîza Rahîp Brûnson ji bo her du welatan aloziyeke mezin bû. Lîrayê Tirkan li hemberî krîza ekonomîk di krîzê de bû û bi biryara li ser Brûnson re gelekî ketibû. Lê piştre ji ber dozên wekî S-400, CAATSA û Halkbankê heta demekê sekinî. Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Trûmp 5 caran zext û pêkanîn li ser Tirkiyeyê kir. “Donald Trûmp ligel ku bi awayekî erênî nêzî Tirkiyeyê dibû, di peywira xwe ya 4 salan de du caran ji bo doza Brûnson, du caran ji bo kirîna S-400 û yek jî ber operasyonên li dijî YPG/PKK’ê, 5 caran zext û pêkanîn li Tirkiyeyê kiriye.” Lê ev zext bi qasî krîza Brûnson bandor nestend, berevajî wê Trûmp beriya ku biçe pêkanîna di çarçoveya qanûna CAATSA’yê de pesend kir. Ev pêkanîn di çarçoveyeke gelekî bê bandor de hate qebûlkirin. Ev pêkanîn li dijî Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Serokkomariyê, serokê wê Îsmet Demîr û li dijî 3 rayedarên vê saziyê hate kirin. Hemû destûrên îxracatê, rayedayîn û krediyên ji bo vê saziyê hatin qedexekirin. Mal û milkên li DYE yên rayedarên vê saziyê hatin sekinandin û vîzeya wan hate astengkirin.

WÊ PÊKANÎN JI BER ÇAVAN WERE DERBASKIRIN

Trûmp beriya ku biçe pakêteke pêkanînan pêşkêş kir lê li gorî nûçeya Reûtersê Wezîrê Karê Derve yê DYE yê niha Antony Blînken derbarê meseleya ku Tirkiyeyê ji Rûsyayê S-400 kiriye gotiye ku, “Tirkiye mutefîkekî NATO’yê ye û nayê qebûlkirin ku Perglên Parastina Hewayî ya Rûs bikire “ û diyar kiriye ku wê pêkanîn ji ber çavan were derbaskirin û wê piştre lê binihêrin ka pêkanînên zêde hewce ne yan na. Blînken ji bo Tirkiyeyê gotiye, “Tirkiye mutefîkek e lê di gelek qadan de wekî mutefîkan tevnagere. Ev ji bo me rewşeke zehmet e.”

ERDOGAN JÎ WÊ XWE TUND BIKE

Gelo Tirkiye li hemberî vê helwesta rêveberiya Bîden wê çawa tevbigere? Erdogan di nîveka meha Çileyê de daxuyanî dabû û diyar kiribû di vî warî de ew ê xwe tund bike. Erdogan gotibû, “Ji bo pakêta duyemîn hevdîtinên me yên bi Rûsyayê didome. Em ê qebûl nekin ku welatekî din ê NATO’yê rê nîşanî me bide.” Ev jî diyar dike ku wê karê DYE ne hêsan be. Ne ku di destê Erdogan de hêzeke xurt heye. DYE hêza xwe ye hegemonîk a berê ji dest daye û Erdogan hemû stratejiya xwe ya derve li ser bingeha ‘heke hêza min têr neke jî li ber rabim’ ava kiriye. Rêveberiya Trûmp di rewşên wisa de qadeke berfireh ji Tirkiyeyê re dihişt. Rêveberiya Bîden jî bi daxuyaniyan diyar dike ku wê ne wisa be. Lê ne ku Bîden Tirkiyeyê bêbandor bike. Di gelek maseyan de yên ku bi stratejiyên daxuyaniyên Erdogan re ava bûbû, bi qasî tawîzan para xwe jî distend. Di heman demê de AKP li hundir jî tevî bloga nijadperest re di polîtîkaya derve de helwesta xwe ya tund didomîne û ev jî yek ji katalîzoran e.Di demên dawîn de di gelek analîzên li ser Tirkiyeyê de xala hevpar ev e ku AKP ya ku li derve û hundir stratejiyeke hevpar dimeşîne, wê heta demekê vê pozîsyona xwe ya nijadperest û êrîşkar bidomîne.

PIRSGIRÊKÊN BERÊ LI BER WAN E

Bi rêveberiya Bîden re têkiliyên bi Tirkiyeyê wê werin nûkirin lê wê hin pirsgirêk dîsa werin rojevê. Krîza S-400’an, piştgiriya Tirkiyeyê ya ku li Sûriyeyê rê li ber belavbûna Rûsyayê vedike, piştgiriya DYE ya ji bo QSD û YPG’ê, îadekirina Fethûllah Gulen û doza Halkbankê. Ev mesele wê di navbera her du welatan de dîsa werin rojevê. Ji aliyê din ve jî wê derkeve holê Tirkiye wê dîsa xwe nêzî NATO’yê bike yan na. Ev jî wê bi helwesta Bîden a li dijî Erdogan re diyar bibe.