Wê sibê 60 kesî bibin dozgeriyê

Wê sibê 60 kesî bibin dozgeriyê

60 kesên ku duh êvarî li Taksîmê di êrîşa polîsan de hatin binçavkirin wê sibê bibin dozgeriyê.

Di vê navberê de yên hatine binçavkirin bi zexta polîsan a ku tê wateya qeydkirina sicîlê jî “şopa tiliyan” û “li ber numarayê kişandina fotograf” re rû bi rû man. Polîsên ber sibê saet 04.30'an çûn hucreyan ji kesên di bin çavan de gotin wê şopa tiliyan û û fotografan bigirin.  

Ew pêkanînên polîs piştî ku parêzer ber sibê saet 04.00’an ji Muduriyeta Emniyetê derketin ku pêk hat dîqqet kişand.

Wê parêzer îro bi muwekkîlên xwe re hevdîtinê çêbikin.