Wê li Abbasaga jin rengê xwe bidin forumê

Wê li Abbasaga jin rengê xwe bidin forumê

Koma Xebatê ya Jinan a li Foruma Abbasaga hat avakirin hewl dide aqil, ked û hestên jinê tevlî forumê bike. Yek ji rojevên forumê jî têkoşîna li dijî êşkenceya cinsî ye.

Yek ji atolye û komên di foruma Abbasaga de hatiye avakirin jî Koma Xebatê ya Jinan e. Armanc ji vê bi nêrîna jinê jî li  forumê meyzekirin e. Aqil, ked û hestên jinê tevlîkirin e.  Xebatkarên komê destnîşan dikin ku jin li her cihê berxwedanê bi awayekî aktîf cih digirin û dê vê di foruman de jî berdewam bikin.  

Lê mixabin eleqeya jinê ji komê re kêm e. Sedema vê jî wiha tê şîrovekirin: beşdarên esasî yên foruma Abbasaga ciwan in. Meyla ciwanan hîn zêdetir li ser atolyeyên çand an jî siyasetê ne.

AKTÎVÎTEYA TENDURISTIYA JINÊ

Koma ku beriya niha bi 3 hefteyan hat avakirin, her Sêşem dicive. Jin di van civînan de wek koma xebatê tiştên ku wê bikin nîqaş dikin.    

Jin hewl didin di rojên pêşiya me  de bi lidarxistina aktîvîteya tenduristiya jinê re jinên kedkarên malê jî beşdarî vê forumê bikin. Her wiha ji qedexekirina jinê heta xebatên din wê polîtîkayên hukûmetê û gotinên Serokwezîr Erdogan vebêjin.

ÊŞKENCEYA CINSÎ DI ROJEVÊ DE YE

Koma xebatê ya jinan, şîddeta cinsî ya rojên dawî jî kiriye rojeva xwe. Hewl dide têkildarî vê mijarê giliyan bike, her wiha ji bo jinên rastî şîddeta cinsî tên û di vegotina wê de zehmetiyan dikişînin jî dixwaze piştgiriya psîkolojîk bide.     

AKTÎVÎTEYA YEKEMÎN TÊKOŞÎNA AZADIYA JIN

Yekemîn aktîvîteya Koma Xebatê ya Jinan  a Foruma Abbasaga jî têkildarî dîroka têkoşîna jin bû.

Yek ji jinên ciwan got ku teza wê lêkolînê ya di zanîngehê de “Jin û Têkoşîna Azadiya Kurd e”  fikra jinan a di vê mijarê de pirs kir.

Jinan her wiha bal kişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê ya ji aliyê jinan BDP'ê tê birêvebirin kir û destnîşankirin ku jinên Kurd bi têkoşînê hem di jiyana civakî hem jî di ya siyasî de gelek kevneşopiyên darazê û pratîk guhertine.

Nêrîna hevpar a jinan hîn ji nêzîktir lêkolînkirina Tevgera Jinan a Kurd û rewşa jinan a herêmê bû.  

Koma Xebatê ya jinan, wê 16’ê Tîrmehê roja Sêşemê dîsa kom bibin.