Wê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê roja Înê li Amedê bicive
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê wê roja Înê ji bo nîqaşkirina tifaqa demokrasiyê, tifaqa Destûra Bingehîn û reforma darazê li Amedê bicive.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê wê roja Înê ji bo nîqaşkirina tifaqa demokrasiyê, tifaqa Destûra Bingehîn û reforma darazê li Amedê bicive.
Wê civîn bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî were kirin û wê rojev li ser tifaqa demokrasiyê, tifaqa Destûra Bingehîn û reforma darazê be.
Wê geşedanên siyasî yên li Tirkiye, Kurdistan û herêmê jî were nirxadin. Tê payîn ku wê di civînê de plansaziya mîtîngên herêman ên ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jî were kirin.