Washîngtonê ji bo parêzvanên Erdogan biryara girtinê da
Emniyeta Washîngtonê derbarê parêzvanên Erdogan ên ku li Washîngtonê êrîşî girseyê kiribûn, biryara girtinê da.
Emniyeta Washîngtonê derbarê parêzvanên Erdogan ên ku li Washîngtonê êrîşî girseyê kiribûn, biryara girtinê da.
Li gorî daxuyaniya emniyeta Washîngtonê, peywirdarên ewlehiyê yên şandeya Tirkiyeyê jî têde, derbarê 16 kesan biryara girtinê daye.
Midûryeta Emniyeta Washîngtonê Peter Newsham got:“Derbarê 16 kesên ku beşdarî bûyerê bûne, me biryara girtinê da. 2 jê hemwelatiyên Kanadayê, 2 jê hemwelatiyên DYA’yê, yên din jî hemwelatiyên Tirkiyeyê ne. Parêzvanên Erdogan werin DYA’yê wê werin girtin. Ev biryareke teqez e. 28 sal in ez polîs im, min êrîşeke wekî ya parêzvanên Erdogan nedîtiye.”
Bi hinceta ku beşdarî êrîşa derveyî mala sefîrê Tirk bûye du Tirk jî hatin girtin.
Emniyeta Washîngtonê diyar kir ku Sînan Narîn li eyaleta Vîrgînîayê, Eyup Yildirim jî li eyaleta New Jerseyê hatine girtin. Her du Tirk wê bi sûcê êrîşkariyê werin darizandin a ku cezayekî giran jê re tê xwestin.
Di heman demê de ajansa nûçeyan a Assocîated Press diyar kir ku polîsên Washîngtonê wê derbarê 12 parêzvanên Tirk ên ku beşdarî êrîşê bûne jî gilî bike. Ji van wê ya heft kesan giran be.
Hat diyarkirin ku Gerînendeyê Emniyeta Washîngtonê Peter Newsham wê tevî Şaredarê bajêr Mûrîel Bowser têkildarî girtin û gilîkirina sûc daxuyaniyekê bidin.