Washingtonê alîkariya çekan a ji bo mûxalefeta Sûriyê rawestand

Washingtonê alîkariya çekan a ji bo mûxalefeta Sûriyê rawestand

Washîngtonê ragihand ku wan alîkariya ji bo mûxalîfên Sûriyeyî rawestandine. Biryar, piştî ku Eniya Îslamî deriyê sînorê ê Bab El Hava (Cîlvegoz) û depoyên çekan ên Artêşa Azad a Sûriyê xist bin kontola xwe, hat dayîn.

Amerîkayê diyar kir ku ew alîkariya xwe ya ji bo mûxalîfên li bakurê Sûriyê, ya lojîstîkî radiwestîne.

Li gorî nûçeya Reutersê, Washingtonê alîkariya ne însanî ya ji bo herêmên bakurê Sûriyê rawestandiye. Amerîkayê diyar kir ku ji ber alîkarî dikeve destê rêxistinên Îslamî yên Radîkal, wê alîkarî rawestandiye.

Di nûçeyê de berdevkê sefîrê bilind ê DYA yê li Stenbolê da xuyakirin ku rêxistinên Îslamî demopyên çekan û navendên leşkerî yên artêşa azad bi dest xistine, lewma ev alîkarî hatiye rawestandin.

DEPOYÊN ARTÊŞA AZAD KETIN DESTÊ KOMÊN ÎSLAMÎ YÊN RADÎKAL

Biryar, piştî ku deriyê sînor ê bi Tirkiyê re Bab El Hava (Cîlvegoz) ket destê rêxistina mûxalîf a Sûriyeyî ya bi navê "Eniya Îslamî" hat wergirtin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Îngilîstanê ye di daxuyaniyeke xwe ya 9'ê Kanûnê de diyar kir ku tevî Bab El Hava, hemû depoyên muhîmmatan ên li herêmê ketine destê Eniya Îslamî.

Hat ragihandin ku depoyên çekan ên ketine destê Eniya Îslamî, çek û cebilxaneyên DYA û Tirkiyê dane Artêşa Azad a Sûriyeyê ne.

Armanca "Eniya Îslamî", ku di Mijara bihurî de bi yekbûna 7 rêxistinên mûxalîf ava bû, hilweşandina rejîma Esad û avakirina dewleteke li ser esasên Îslamî ye.

Lîderê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mûxalîfên Sûriyeyê Ahmed El Carba duh li xwe mukur hatibû ku ew nikarin hemû komên oldar ên radîkal ên li Sûriyeyê kontrol bikin.

Carba li civîna bilind a Konseya Yekitiya Kar a Welatên Ereb li Kendava Basrayê peyivî û got, "Kêmkirina bandora komên oldar ên radîkal karekî zehmet e, qebûlkirina wan li nava refên xwe jî, diyare ne gengaz e."

DYA Û TIRKIYE BI VAN KOMAN RE HEVDÎTIN DIKIRIN

Di vê navberê de di nûçeyên hefteya bihurî de derketibû holê ku DYA û Tirkiye bi Eniya Îslamî re li Enqereyê hevdîtin kirine.

Çapemeniya Îngilîz dabû xuyakrin ku Tikriye, Qatar, DYE û Îngilîstan bi koma "Eniya Îslamî" ya ji komên bi bandor ên mûxalîf ên li Sûriyê pêk tê, hevdîtin kirine.

Rojnameya Daîly Telegraph ragihand ku ev hevdîtin li Enqereyê hatine meşandin.