Wargehên xwendekaran ên li Amedê wê pêşkêşî kê bên kirin?
Wargehên xwendekaran ên li Amedê wê pêşkêşî kê bên kirin?
Wargehên xwendekaran ên li Amedê wê pêşkêşî kê bên kirin?
Di dema desthilatdariya AKP'ê de li Amedê, avahiyên DSÎ, Rêyên Bejahî, MÎT û Wargeha Artêşê hatin valakirin û hin ji van pêşkêşî cemaetên nêzî hikûmetê hatin kirin. Li dû vê yekê, niha jî wê wargehên cuda yên xwendekarên keç û xortan ên li navenda bajêr, hatin valakirin. Hat îdîakirin ku her sê avahiyên wargehên xwendekaran ên hatine valakirin, ji parlamenterekî berê yê AKP'ê re hatiye dayîn.
Li Amedê, piştî ku wargeha artêşê hat valakirin, avahî û avahiyên MÎT'ê yên li navçeya Yenîşehîrê ji Weqfa Îlîm Yayma re hat kirêkirin, avahiyên DSÎ û Rêyên Bejahî beşek jê hatin valakirin, niha jî dor hatiye wargehên xwendekaran ên li navenda bajêr.
Di demeke ku zanîngeh vekirî ne û xwendekar tê de hene de, blokên A, B û C ên Wargeha Xwendekaran a Mehmet Akîf Ersoy a li semtên cuda yên navçeya Yenîşehîrê hatin valakirin.
Xwendekarên hînê xwendina xwe dewam dikin û wargehê dimînin, hefteya derbasbûyî neçar ma ji nişka ve ji wargehê derkevin.
Ji bo nêzî hezar xwendekarên neçar man wargeha xwe biterikînin, li navçeya peyasê cihekî Midûriyeta Herêmê ya Yurtkurê hat kirêkirin.
Xwendekar li 5 blokên li ser rêya navçeya Peyasê, li avahiyên 132 daîreyî hatin bicihkirin. 132 daîre ji aliyê Midûriyeta Herêmê ya Yurtkurê ve ji bo 5 salan hat kirêkirin.
Rayedarên ku 2 jê li Kolana Ekîncîler a navenda bajêr bi giştî 3 avahiyên wargehên li navçeya Yenîşehîrê vala kirin gotin, "Avahî riziyayî bû, nekarî xwe li hemberî erdhejê bigirin". Hat îdîdakirin ku avahiyên wargehan ji parlamenterekî yê AKP'yî re hatiye dayîn.
Bi guhertina qanûnî ya nû re ku hikûmeta AKP'ê pêk anî, pêşî li firotin an jî kirêkirina malên cemaweriyê yên berê nedibû bihatina firotin, hat vekirin.