Wanê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bûye seferber
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Wanê bê navber xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe.
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Wanê bê navber xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe.
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Wanê, li kolan, tax û navçeyên Wanê bê navber xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin, îro jî bi gel re civiya. Civînên gel pêkhantin, dîsa serdana esnafan hate kirin.
BÊGIRÎ
Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, namzeta HDP’ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe, parlemeterê berê yê HDP’ê Nazimî Gur û rêveberê HDP’ê yê Bêgirîyê serdana gundên girêdayî navçeya Bêgiriyê kirin. Namzet bi gel reciviyan û li ser hilbijartinê gotûbêj kirin.
ÎPEKYOLÛ
Hevseoka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak û aktivîstên TJA’yê li Beşyolê bi gel re civiyan û nameya namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş belav kirin
ARTEMÊT
Xebatên rêxistina jinan a HDP’ê û civînên jinan bê navber dewam dikin. Namzeta HDP’ê ya Wanê Mukaddest Karakoç di civînê de axivî û got: “Ji ber ku AKP ji kaosê xwe li ser lingan digire, aştî li welat pêk nayê. Ji bo aştî pêk neyê tecrîdê giran dike. Ji bo guherandina rewê dengekî xwe bidin HDP’ê yek jî bidin Demîrtaş.”
Li navçeya Ertemêtanê ji bo xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê li taxên Emîn Paşa û Şabaniyeyê civînên jinan çêbûn.
Namzeta HDP’ê ya Wanê Mukaddest Karakoç di civînê de axivî û diyar kir ku zextên zêde li ser HDP’ê heye û got: “AKP naxwaze hilbijartineke demokratîk pêk were. Ji ber ku dizane dema ku dengê me li çar aliyên welat belav bû wê demê wê gel bizane em bi maf in, wê demê wê AKP û Erdogan têk biçe.”