Waliyê Hama yê Sûriyê hat kuştin

Waliyê Hama yê Sûriyê hat kuştin

Li Sûriyê, li dijî Waliyê Hama'yê Enes Naîm bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hat kirin û di encamê de Walî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA; li dijî Waliyê Hama'yê Enes Naîm li taxa El Ceracime ya bajê, bi wesayîteke bombebarkirî êrîş hat kirin û di encamê de Walî jiyana xwe ji dest da. Televîzyona Sûriyê nûçeya kuştina Naîm bi gotina, "Dema wezîfeya xwe ya milî bicih dianî rastî êrîşê hat" weşand. Heta niha berpirsyariya êrîşê ti derdoran negirtina ser milê xwe.

Enes Naîm di sala 2011'an de ji aliyê Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad ve, di şûna Halîd Abdulaziz ê bi destpêkirina xwepêşandanên li dijî rejîmê li Hama ji wezîfeyê hatibû girtin, hatibû peywirdarkirin.