Walîtiyê, zarokên li firinê dixebitîn û hatin qetilkirin kir PKK'yî!
Walîtiya Agirî, sivîlên hatine qetilkirin weke PKK'yî nîşan dide û hewl dide înfaza ji aliyê polîsan ve hatiye kirin, rewa bike.
Walîtiya Agirî, sivîlên hatine qetilkirin weke PKK'yî nîşan dide û hewl dide înfaza ji aliyê polîsan ve hatiye kirin, rewa bike.
Walîtiya Agirî, der barê qetilkirina xebatkarên firinê Orhan Aslan (16) û Emrah Aydemîr ên ji ber gulereşandina polîsan jiyana xwe ji dest dan û kesekî nasnameya wî nehat zanîn ê ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya xwe de Walîtî ji bo sivîlên hatin qetilkirin got, "3 terorîst bi çekên xwe mirî hatin zevtkirin."
Walîtî beriya niha jî der barê înfazkirina sivîlan de daxuyaniyên bi heman rengî dabû.