Walîtiyê destûr neda ku cenazeyê gerîla bibin Mala Cemê

Li Amedê Walîtiyê Rewşa Awarte kir hincet û nehişt ku cenazeyê gerîlayê PKK’ê bibin Mala Cemê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şahîn Kara yê ku li Dersimê di şerê bi artêşa Tirk re jiyana xwe ji dest dabû, beriya ku li gund were veşartin xwestin bînin Mala Cemê ya Amedê. Walîtiyê Rewşa Awarte kir hincet û destûr neda cenaze. Cenaze bi ava ku bi satilan hate germkirin li xeraja wesayîtan hate şuştin.

Şahîn Kara (Baz Çiya) yê PKK’yî ku di 12’ê Hezîranê de li Pulumiriyê ya Dersimê ji şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî ku malbatê cenazeyê wî li Meletiyê teşxîs kir, ji bo ku cenaze bînin Mala Cem a Pîr Sûltan Abdal a Amedê derketin rê. Walîtiya Amedê di têketina Amedê de bi hinceta Rewşa Awarte destûr neda ku cenaze bînin cemxaneyê.

Cenazeyê Kara li gundê wî hate veşartin. Rêveberên DBP’ê, HDP’ê û şêniyên gund beşdarî veşartina cenazeyê Kara yê li gundê Seyît Hasan a Bismilê ya bi ser Amedê bûn.

Ji ber ku destûr nedan ku cenazeyê Kara bibin Mala Cemê, cenaze li gund di xeraja wesayîtan de hate şuştin. Ji bo şuştina cenaze li derve li ser agirê êzingan av hate germ kirin û wisa hate şuştin. Piştî şuştina cenaze, wecîbeyên olî bi cih hatin anîn û cenaze li goristana gund hate veşartin.

“WÊ TÊKOŞÎNA ŞAHÎN AJ BIDE”

Piştî rêzgirtinê Alîkarê Hevserokatiya Amedê ya DBP’ê Garîp Kandemîr axivî û got: “Şahîn dest bi rêwitiyeke bêdawî kir. Mirov ji bo aştî, edalet û wekheviyê ketin ser vê rêyê. Di temenekî ciwan de heke mirov îdîayekê deyne holê, bêguman ev hêjayî rêzgirtinê ye. Pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye. Şahîn jî bo vî tiştî têkoşiya. Ji bo vî tiştî jiyana xwe ji dest da. Lê ew ê têkoşîna wî aj bide.”

Şahîn Kara dema ku xwendekarê pola dawîn a beşa Şêwirmendiya Derûniyê û Rêberî ya Zanîngeha Pamûkkaleyê ya Denîzliyê bû, beşdarî PKK’ê bû. Nêzî 5 salan gerîlatî kir û ew ê şîna wî li Mala Cemê ya li Amedê were gerandin.